08 juni 2025

Gava meriv kal dibe hinekî bêhiş jî dibe

Kilîta derî di destê min da bû ez lê digerîyam.

Min û xanimê me xwe tev kir ku em herin meşa xwe ya rojne bikin. Min destê xwe kir bêrîka xwe, kilîta derî tune ye.
Ez li vê bêrîka xwe gerîyam, li wê bêrîka xwe gerîyam min kilît nedît. Min got xanim, wele ez kilîta xwe nabînim, nizanim min çi kir.

Got tişt nabe, kilîta min heye, xwe bide alî ezê derî kilît bikim.

Min hew dît kilît di destê minê rastê da ye û ez lê digerim.

Extîyarî meriv bêhiş û gêj dike. Gava meriv kal dibe bibê, nebê hinekî bêhiş jî dibe. Çawa ku gul bêsitrî nabe, extîyarî jî bêyî bêhişî nabe. Wek her tiştî însan jî kevn dibe.
Hêvî dikim xerabtir nebe. Çimkî xirifandin jî heye. 

XXX

Keşe û dîroknasê îngilîz Thomas Fuller gotiye, cahilî bi sê şiklî, bi sê cureyî dibe…

”Meriv ji bin da bi tiştekî nizane. Tiştên hewce nizane. Ya jî gelek tiştên ne hewce zane.

Cahiltî tiştekî pir xweş e, tu her tiştî zanî.

Dema tu cahil bî, ilim jî gava tu nizanibî tu cahil î, derdekî te yê fêrbûnê tune ye. Çimkî tu bi her tiştî zanî.

XXX

Tirk bê şer, bi rehetî mafên me yên netewî bidin baş e. Jixwe daxwaza me jî ev e. Lê ez bawer nakim hatine wê nuxtê, ne samîmî ne, li dû xapandinê ne.

Gotineke pêşiyên rûsan dibêje:

”Penêrê belaş tenê di feqa mişk da heye.”

Pêşiyên me jî gotine, dijmin biruyê min şe dike, lê dixwaze çavê min derdixîne.

Dibê haya meriv ji meriv hebe, tim bi tedbîr be, li xwe miqate be, bi derewên serokên tirk nexape. Çimkî qala dana mefekî herî biçûk jî nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar