Perwerde, tahsîl, ilim û îrfan wek taceke zêrîn e, lê ew jî li serê her kesî nîne.
Di warê tahsîl û perwerdeyê da, ilim û pêşketinê da em ji dijminê xwe çiqasî pêşdatir
bin ji me ra baş e.
Perwerde, tahsîl li hemberî dijmin sîleha me ya herî mezin û baş e, sîleha herî bi tesîr û bi fêde ye.
Dibê em, ciwanên me jîr û zane bin, ji dijminê xwe baştir bin.
Di vê serdemê da ji bo ku em kanibin zora dijminê xwe bibin dibê em jê baştir û
zanetir bin.
Bi şer em nikanin zora neyarê xwe bibin, di vî warî da ew ji me
pir xurttir in.
Li hemberî dijmin sîleha me ya herî xurt û bi tesîr em demokrat bin, terefdarên azadîyê, wekhevîyê, pirrengîyê bin, yanî ji dijminê xwe baştir, însantir, demokrattir bin. Sîleha me ya herî mezin ev e.
Gava em di warê civakî, siyasî, demokrasîyê da ji dijminê xwe baştir bin dostên me, piştgir û dilxwazên me ewê zêde bibin.
-Tiştê dijminê te pê nizane emanetî dostê xwe meke, gava
dostanîya we nemîne dost dijminê zo ye.
-Evîn êşê nayne, yê nizane hez bike êşê tîne.
-Merivên baqil li tenahiyê nagerin, tenê ji qîjewîj û qerepereya kesên xêv
derdixin direvin.
-Gava hevalekî te îxanet bi te ra kir wî biterikîne.
-Bi piranî yên dimrin qîmeta hin tiştan fêrî me dikin.
-Kesê li hemberî heywîn zalim be, li hemberî însên nikane nazik be.
- Jîrîya, zeka zêde meriv dahfî tenêtîyê dike.
-Tiştê însan jê ra dibêjin qeder, di esasê xwe da komek ji ehmeqîyên wan bi xwe
ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar