Serokê beledîya qeza Kuçukçekmeceya Stenbolê Hasan Akgunê CHP´yî bi îthama karên neqanûnî, karên ne li rê, sextekarî kiriye avêtine hefsê û qeyû danîne dewsa wî.
Hukûmetê ji beledîyên kurdan dest bi sîstema qeyûman kir, nuha dora beledîyên CHP´ê ye, îcar serokên wan tewqîf dikin, qeyûman didin ser beledîyên wan. Ekrem Îmamoglu masîyê herî mezin bû, ew jî hîn di girtîgehê da ye.
Hasan Akgun, 3 sal berê sîstema qeyyûman, qeyûmên tayînî ser belediyên kurdan dibûn parastiye, gotiye:
”Heta ku li Rojhilat tevgerên terorîstî dom bikin girtina tedbîrên wiha ewê ji alî hukûmetê dom bike.”
Efendî texmîn nekiriye rojekê ewê dor were wî jî. Dinya bi dor e, nuha jî zindan dora tirkên ji qeyyûmên beledîyên kurdan û ji girtina kurdan ra dilîrandin e.
XXX
-Cesaret hin caran ne tiştê te hilbijartiye û bi dest
xistiye, hin tiştên te dev jê berda ye. Çimkî devjêberdan jî carnan zafer e,
rizgarîya te ye û ji bona destpêkên nuh sebeb e.
Cesaret, ne ku meriv qet natirse, zerreya tirsê bi meriv ra
tuneye. Wexta tirs nikanibe meriv rawestîne a ew cesaret e, wêrekî ye.
Gava meriv ji zirarê, ji têkçûnê netirsiye meriv cesûr e.
XXX
Nivîskarekî gotiye, ”Gelo vê belbesta a kê ye?”
Rastiya wê gerek bigota, ”gelo ev helbet ya kê ye?”
Li hin herêmên Kurdistanê cînav, nêr û mê û tewang pir şaş
tên bikaranîn. Bi gotinê, bi rexnekirinê rast nebe.
Zimanek gava nebe zimanê perwerde yê tekûz namîne. Meriv çiqasî lê miqate be jî nikane rê li ber şaşiyên wiha bigire, em çi bikin jî ewê bibe gêrmîya gavanan.
Û jixwe wer jî bûye. Çimkî gelek kesên ne hakimê zimên
bûne nivîskar, rojnamevan.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar