11 juni 2025

Çîroka kêzikê û mûriyê

Mûrîyekê(gêrikekê) mêweyek ji xwe gelkî mezintir dikişkişand qulika xwe.

Bi rê da kêzikekê riya wê birrî, henekê xwe bi karê wê kir.
Ne cara ewil bû henekê xwe bi mûriyê dikir, berê jî çend caran quretîya wiha kiribû.
Mûriyê xwe jê aciz nedikir. Guh neda gotinên wê yên bi tinaz, riya xwe domand.

Çend roj derbas bû, kêzik rojekê bi şîrêza darekê ve zeliqî. Pir li ber xwe da, nikanîbû jê xelas bibûya. Kir gazî û hawar, got werin hawar û alîkariya min.
Kurm û kêzikên, bihukên daristanê kes neçû hawara wê, mûrîya kêzikê henek pê dikir çû hawara wê. Darikek dirêjî wê kir û ew ji şîrêza darê xelas kir.
Kêzik ji mirinê xelas bûbû, pir kêfxweş bû, sipasî mûriyê kir û bi meraq jê pirsî:
-Te çima alîkariya min kir? Min çend caran henek bi te kiriye, lê te dîsa jî ez ji mirinê xelas kirim.
Mûriyê got:
-Ez kanim barekî 20 carî li giraniya xwe rakim. Lê barekî ez nikanim rakim û naxwazim rakim heye; ew jî hêrs e. Loma ez tu carî wê di dilê xwe da, li ser pişta xwe nahêlim, tu carî bi xwe ra nagerînim. Ji bo ku ez li jiyanê bimînim dibê hêrsê, kînê bi xwe ra negerînim. Ji bo wê jî ez ne kîndar im.
Kêzikê ji xwe pir şerm kir û dev ji quretîyê û exlaqê xwe yê berê berda, he henekê xwe bi mûriyê kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar