11 juni 2025

Me îro giranî da karên hundur malê

Îro em û hewa Stockholmê li ber hev didin, geh dibe ewr û ximîna baranê, geh dibe sayî û roj derdê.

Me îro meşa xwe nekir, çimkî em nizanin emê çi li xwe kin. Ji dêlî meşê, me çû alvêra xwe kir û em hatin malika xwe.
Gava em ji marketê derketin baranê vekiribû,  roj deketibû, meriv kanîbû xwe bida ber tavê
Em çer gihîştin malê baranê dîsa dayê. Yanî rojeke bêîstîkrar e. Emê îro ji malika xwe derneyên.

Xanim li telewîzyonê temaşe dike, ez jî kitêbên ezê bidim Kitêbxana Kurdî, yên ewê werin avêtin û yên ezê bi xwe ra bibim ji hev digrim.

Me gelek tişt li xwe tom kirine, ne karê aqil e…

XXX

Ajansa Reutersê di xebereke xwe da gotiye Amerîka ji ber metirsiyên ewlehiyê amadekariya girtina seferatxana xwe ya li Îraqê dike.
Amerîkî li Îraqê û li gelek welatên ereb û misilman di devê topê da ne, hertim kanin werin kuştin.
Esas li tu welatekî misilman amerîkî ne di ewlehîyê da ne. Li dinya misilman bêyî kurdan tu dostekî Amerîkayê tune ye; Tirkiye jî di nav da.
Dijminatîya li Tirkiyê li dijî Amerîkayê heye li Îranê, li gelek welatên ereb tune ye.

Li gorî xebreke di medyaya sosyal da belav dibe, Amerîka ne li Îraqê tenê,li gelek welatên Rojhilata navîn sefaretxaneyên xwe digre.
Heger ev xeber rast be, Amerîka belasebeb biryareka wiha nagire, dibê sebebekî pir cidî hebe.
Gelo Amerîka dike li Îranê xîne, haziriya wê dike?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar