Sabrî Akbel, nivîskarekî xwediyê 28 berhem, lê di quncikekî tarî da maye, kes nas nake.
Ez bawer dikim du roj berê bû di platforma X´ê da camêrekî gotibû Sabrî Akbel nivîskarekî kurd e, 28 kitêb nivîsîne, ji wan kitêban 5-6 hebên wan bi kurmancî ne, lê cara pêşî ye ez navê wî dibihîzim, di nav kurdan qet nayê naskirin.
Vê gotina wî camêrî û navê Sabrî Akbel bala min jî kişand. Çimkî min jî navê Sabrî Akbel nebihîstibû. Haya min nivîskarekî xwediyê hewqas eser tunebû.
Min meraq kir, di înternetê da, di Grokê da li agahiyên li ser Sabrî Akbel gerîyam. Bi xêra Grokê di heqê Sabrî Akbel û berhemên wî da gelek tiştan fêr bûm.15-20 sal in di medyaya sosyal da ez yekî aktîf im, haya min ji nivîskarên nuh,
ji weşanên edebî çêdibe.
Lê nayê bîra min kesî qala berhemên Sabrî Akbel kiribe ya jî tiştek li ser
romaneka wî, li ser berhemeka wî nivîsîbe.
Hin nivîskar ne bi qasî navên xwe bin jî pir meşûr bûne, çimkî reqlama wan pir
tê kirin.
Diyar e Sabrî Akbel, camêr yekî bêkes e, lema kes qala wî û berhemên wî nake.
Qey ew bi xwe jî ji reqlama xwe hez nake, kêfa wî ji meşûrbûnê ra nayê. Wek mûriya dixebite, lê reqlama xwe nake û nade kirin.
Sabrî Akbel ne yekî ”alaylî” ye, mekteplî ye, li Zanîngeha Stenbolê beşa ziman û edebîyatê xwendiye. Yanî teorîya, ilmê edebîyatê û zimên xwendiye û bi salan jî mamostetîya edebîyatê kiriye. Eserên yekî wiha ewê bi qalîte bin.
Sabrî Akbel kî ye, ji ku ye?
Sabrî Akbel di sala 1950’î da li Bişêrîya Batmanê ji dayik bûye. Ez û wî yê eynî salê ne, em herdu jî 75 salî ne.
Sabrî Akbel, li gundê Zivîka Alika dest bi xwendina xwe ya destpêkê kiriye. Paşê li Batmanê dibistana navendî û li Xarpêtê jî lîse xwendiye (1969).
Di sala 1974’a da li Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Edebiyatê, Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî xwendiye.
Di sala 1982’ya da mezûn bûye.
Gelek salan mamostetî kiriye, di 2001’ê da teqawît bûye.
Sabrî Akbel xwediyê gelek berhemên edebî ne. Him bi tirkî,
him jî bi kurmancî dinivîse. Berhemên wî roman, çîrok û şiîr/helbest in. Çîrokên
wî di kovara Nûbiharê da hatine weşandin.
Çend kitêbên wî yên bi kurmancî ev in:
1- Ax û Av
2-Evîna Pinehane
3-Hingivê Zozanan
4-Kula Dotmamê
5-Agir Kete dilê Min( bi tirkî û kurmancî hatiye nivîsîn.)
6-Mamosteyê Bargiran
Bêyî van berhemên kurmancî, 22 kitêbên Sabrî Akbel jî bi tirkî ne.
Nivîskarê mutewazî, ne meşûr ji dil û can pîroz dikim, jê ra serketinê dixwazim.
NOT:
Min lîsteya kitêbên wî yên bi tirkî neda. Ez tiştê tirkî belav nakim. Kesê bixwaze kane di înternetê da wan kitêban bibîne.





Inga kommentarer:
Skicka en kommentar