13 juni 2025

Îsraîl do bi şev Îran bombebaran kir


Texmîna min a sê roj berê rast derket. Îsraîl do bi şev êrîşî tesîsên nukleerî yên Îranê kir!

Tehran û gelek derên din bombebaran kir. Gelek mirî hene. Ji kesên mirî hinek giregirên leşkerî û programa nukleerî ne.

Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê da gotiye, "Operasyonê çend rojan, bi qasî ku hewce be, heta ku gefa li ser Îsraîl  ji holê rabe ewê dom bike."

Rêberê dînî yê Îranê Elî Xameneyî vêsê beyanek daye, gotiye:
”Bira Îsraîl li benda cezayekî giran be. Rejîma sîyonîst dibê ji bo çarenûsek tahl û bi êş amade be.”

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubîo gotiye, ”têkiliya Amerîkayê bi êrîşa  Îsraîl tuneye, Îsraîl biryara xwe daye.”

Lê helbet Marco Rubîo rast nabbêje, Îsraîl bêyî piştgiriya Amerîkayê êrîşî Îranê nake.

Sê roj berê Amerîkayê personalên xwe ji sefaretxana Bexdayê û Hewlêrê vekişand, got li herêmê îhtîmala şer heye. Ji bo wê jî ewlekarîya hemwelatîyên me tune, jiyana wan di talûkê da ye.

Girtina sefaretxana Bexdayê û Hewlêrê hazirîya vê êrîşa Îsraîl bû. Sê roj berê min got ewê êrîşî Îranê bikin, valakirina sefaretxaneyan îşareta şer e.

Îran ewê bêdeng nemîne, ewê hin fuzeyan bavêje ji Îsraîl da. Çend heb avêtine jî.
Lê êrîşên Îranê ewê çiqasî bi tesîr be ne dîyar e. Ez bawer nakim Îran kanibe zirareke mezin bide Îsraîl.

Şer xerab e, him ji bo Îsraîl, him ji bo Îranê xerab e. Ji bo herêm jî ewê gelşên mezin bi xwe ra bîne. Kane berfirehtir bibe, Rûsya, Çîn, Amerîka jî kane tevê bibe.

Lê Îran, rejîma meleyên faşîst ji hilweşe pir baş e. Dibê ev rejîm nemîne, pir dirêj ajot. 45 sal e herêm kiriye gola xwînê, cahnime. Ev rejîma celad hilweşe him miletê Îranê ewê rehet bike, him jî herêm. Belkî kurd jî azad bibin.

Îsraîl li sentralên nukleerî, atomî tenê nexistiye, li merkezên pasdaran jî xistiye, çend serokên pasdaran hatine kuştin. 

Ev tê wê manê hedef rejîm bi xwe ye. Heger rejîm qels bibe, tevlihevî çêbibe kurd û hin miletên din kanin serî hildin. Kurdên rojhilat jîr û jêhatî ne, kanin xwe zû organîze bikin.

Hêvî dikim şer di kurdên başûr negere, serokên kurd şûrê Îranê û Îraqê nekşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar