13 juni 2025

Îsraîl pişt li Îranê şikand, kût kir û berda


Îsraîl do bi şev surprîzeke pir mezin kir, derbeke mirinê li rejîma meleyên Îranê xist. Îsraîl bi vê êrîşa xwe Îran kir wek marekî nîvkuştî.
Îsraîl şeva çûnî seet li dora 02.00 şevê êrîşên hewayî yên berfireh bir ser tesîsên Îranê yên nukleerî û leşkerî.

Tiştên em di heqê êrîşên Îsraîl û bersiva Îranê da dizanin bi kinî ev in:

-Do nîvê şevê hêzên Îsraîl ên hewawî bi gelek balafiran êrîşî Îranê kirin, li dora 100 deran bombebaran kirin. Tesîsên nukleerî û çend merkezên leşkerî bi giranî hatin bombebarankirin.

-Operasyona Îsraîlê bi navê "Rising Lion", Şêrê Bilind Dibe, saet 02:00´ê destê sibehê dest pê kiriye û 4-5 seetan ajotiye.

-Li gorî raporên ajansan, li Tehranê li çend ciyan dengê teqînên mezin hatine bihîstin. Medyaya Îranê ya resmî  got 78 kes hatine kuştin û 329 kes jî birîndar bûne.

-Ev jî nîşan dide êrîş mezin bûye, Îsraîl hazirîyeke berfireh kiriye. Ji navên kesên kuştî xuya dibe Îsraîl tam li çaviyê, li hedefê xistiye.

Îsraîl gotiye wan piraniya fermandarên hêzên ezmanî yên Îranê kuştine. Ji bona karekî wiha teknîk û îstîxbarateke mezin lazim e.

-Di nav kesên kuştî da fermandarê Pasdarên Şoreşê Huseyîn Selamî û Serfermandarê Parastinê yê Îranê Mihemed Baqirî jî hene.

-Her wiha, çend ji pisporên enerjiya nukleerî yên herî navdar ên Îranê jî hatine kuştin.

-Li gorî artêşa Îsraîl, 200 balafirên şer di êrîşan da hatine bikaranîn û zêdetirî 100 hedefan hatine bombebarankirin.

-Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu gotiye, armanca êrîşan "paşvexistina gefên Îranê yên li ser hebûna Îsraîl" e.

Îranê çi kir?

-Li gorî beyana artêşa Îsraîlê, Îranê li dora 100 dronan bersîv daye êrîşan Îsraîl.
-Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê da gotiye ewê "bi hemû hêza xwe Îranê biparêzin.”

-Saet di 08:30 da, Îsraîl ragihand wan dest bi xistina dronanên Îranê kirine.

-Li Îsraîl rewşa awarte hatiye ragihandin.

-Her du welatan jî qada xwe ya hewayî girtine û seyahetên hewayî li seranserê herêmê hatine betalkirin..

Dinyayê çi got, çi reaksîyon nîşan da?

-Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvîna xwe ya bi Fox Newsê ra gotiye, ”wî zanî Îsraîl haziriya êrîşekê dike, lê Amerîka beşdarî êrîşê nebûye.
Yanî haya Emerîkayê ji êrîşê hebûye, lê ew tevê nebûne.
Bi texmîna min ne rast e, Amerîka li organîzatorê êrîşê ye. Pir baş kirine.

-Çend roj berê Îranê gef li Amerîkayê xwar, got heger Îsraîl ya jî Amerîka êrîşî Îranê bike, ewê jî êrîşî hedefên Amerîkî bike. Li ser vê, Amerîkayê karmendên xwe ji seferatxaneynên Bexdayê û Hewlêrê vekişand.

Bi qasî xuya dike ava meleyên Îranê kelîya ye, ewê vê rejîma qatil û embara fêsadî û xerabîyê bihedimînin.
Têkçûna Komara Îslamî ya faşîst him ji bo Xerbê û Îsraîl baş e, him jî ji bo gelelên herêmê. 

Vê rejîma zalim, celad ji ortê rakin îhtîmal heye kurd azad bibin. Belkî Azerbêjan û Tirkiye jî piştgiriya Amerîka û Îsraîl bikin. Belûc, kurd sedîsed ewê piştgiriya rûxandina rejîma meleyên qatil bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar