14 juni 2025

Tirkiye ne di cepheya Îranê da ye

Serokê Tirkiyê Erdogan êrîşa Îsraîl a ser Îranê protesto kiriye, lê ne ji dil e, taktîk e, dîplomasî ye. Nuha mecbûr e êrîşê şermezar bike, çimkî hîn destpêke, ne dîyar e şerê heta ku here, çawa biqede?

Tirk dixwazin rejîma îslamî bikeve, heta Îran perçe bibe, azerî serxwebûna xwe îlan bikin. Ereb jî dixwazin.
Çimkî Îran ji bo ereban jî bûye çavkanîya fêsadiyê û pîjkirina şerê nabêna şîî û suniyan.

Erdogan bi dev di cepheya Îranê da xuya dike, lê ne wisa ye. Tirkiye endamê NATO´ye û mitefikê Amerîkayê ye.
NATO, Amerîka li hemberî Îranê çi wezîfê bidin tirkan, ji wan çi bixwazin ewê bi dil û can bikin.
Berjewendîya tirkan di piştgiriya Îranê da tune ye, zirara wan tê da heye.
Tirkê bixwazin bi Amerîkayê û bi Îsraîl ra bazariyeke li ser kurdan bikin, bibêjin hûn alîkarîya kurdên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê nekin, nehêlin kurd bibin xwedî desthilat, li dijî Îranê hûn çi wezîfê bidin me emê bikin.
Ji bo wê jî beyanên Erdogan dîplomasî ye, hêsirên tîmsah e. Jixwe tarîxî jî nabêna tirkan û farisan tu carî ji dil baş nebûye. Herdu serî jî bi desv dost in, bi dil dijminên hev in.

XXX

Îranê jî bi fuze û droneran dest bi êrîşên ser Îsraîl kiriye. Di heqê zirar û zîyanên êrîşên Îranê da Îsraîl hîn tu beyan nedaye.
Hin fuzeyên Îranê li Qibrisê, li alîyê rûman, herêmên di bin dagirkerîya tirkan da ne ketine.
Îsraîl fuze navêt ji herêmên svîl da, li derên leşkerî, binkeyên atomî û li malên serbazan xit. Îran fuzeyên xwe bi koranî davêje ji Îsraîl da, li ku keve ji bo wan ne muhîm e. Lema hin fuze li Qibrisê ketine.

Ez bawer nakim Îran bikanibe zirareke mezin bide Îsraîl. Hesabê vê miheqeq kirine, tedbîra xwe girtine.

Li alî din berdevkên Îsraîl dibêjin wan jî dest bi êrîşeke nuh, pêla duduya kiriye.

Wer xuya dike şer ewê giran û berfirehtir bibe. Îhtîmala ketina rejîma îslamî heye.

Heger şer hinekî din bajo, li Îranê şerekî hundur jî kane derkve. Çimkî milet dixwaze ji vê rejîma îslamî a celad xelas bibe.

Tiştê ecêb tirk jî ji xwe ditirsin, Devlet Bahçelî gotiye, armanca êrîşan a dawî Tirkiye ye. Êrîşa ser Îranê peyameke ji Tirkiyê ra ye.

Tirk ditirsin piştî ketina komara îslamî dor were Tirkiyê. Lema dixebitin kurdan bi destê Evdila Ocalan bigrin cepheya xwe.

XXX

Li Tehranê xelk daketiye kuçe û kolanan, dest bi pîrozbahiyê kiriye.

Ez nizanim gelo êrîşên Îranê pîroz dikin ya jî yên Îsraîl. Îranê çend fuze avêtine ji Îsraîl da lê hîn zirarek xuya nake.

Ez dibêjim bi dizî êrîşên Îsraîl pîroz dikin. Îsraîl heyfa wan ji celadên wan digire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar