Umrê komara îslamî ya meleyên faşîst hindik maye, li ber ketinê ye, diheje, ewê bikeve. Amerîka û Îsraîl bi gefan nasekinin.
Îranê gef li Amerîkayê, Fransayê û Îngilîstanê xwariye. Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî gotiye heger Amerîka dev ji piştgiriya Îsraîlê bernede ewê li binkeyên leşkerî yên Amerîkayê xin.
Forteke vala ye, nikanin çipiska xwe jî bi Amerîkayê bikin.
Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth got, em eşkere dibêjin, dibê Îran bela xwe di Amerîkayê nede. Heger Îran zirarekê bide karmendên me ewê liser Îranê pir biha rûne.Yê Îranê fortên vala ne, ez bawer nakim Îran bela xwe di Amerîkayê bide. Gava mirina bizinê tê diçe nanê şivên dixwe.
Rejîma
Heger Amerîka jî eşkere li Îranê xîne Îranê zûtir teslîm bibe. Rejîma meleyên destbixwîn diheje.
Ez dibêjim îşê rejîma meleyên faşîst qedîya ye, taliya Elî Xameney û Mesûd Pezîşkîyan jî ewê wek ya Seddam Husênbe. 41 sal e li ser hukim in, desthilata wan pir dom kir, dibê êdî werin cezakirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotiye, wan
"rêya Tehranê vekiriye, di demek nêzîk da balafirên Îsraîlê ewê li ser asîmanên
paytexta Îranê Tehranê bifirin. Me Natanz îmha kir. Me derbeyeke giran li
tesîsa dewlemnedkirina ûranyûmê xist û heger pêwîst be emê ji vê zêdetir jî
bikin."
Ev gotinên Netanyahu tê maneya pişt li Îranê şikandine, rejîma îslamî ya faşîst
basko û kût kirine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar