15 juni 2025

Kî li Îranê xîne baş dike

Li Îranê 46 sal e rejîmeke teokratîk, zalim heye. Di van 41 salan da vê rejîma barbar, faşîst bi dehhezaran kurd û însanên din bi darde kirine; bi hezaran di zindanan da li ber mirinê ne.

Ev rejîma îslamî ya faşîst qatilê Dr. Qasimlo, Şerefkendî û bi sedan sîyasetmedarên kurd e.
Kî li vê rejîma celad xîne, kî dûzana wê tarûmar bike, kî serok, kadir, leşker, pispor û zilamên vê rejîma faşîst bikuje mala wan ava be, wek kurd dibê meriv kêfxweş û dilşa bibe.

Îsraîl nuha bi vê rejîma zalim, dagirkerê welatê me, qatilê bi hezaran kurdî ra di şer da ye, lê dixe, dixwaze hilweşîne. Pir baş dike.

Heger me kanîbûya me yê heyfa şehîdên xwe ji van zaliman bigirta û ew ji welatê xwe derxistana.

Kurdên li dijî Îsraîl dertên, piştgiriya Îranê dikin eymeke mezin dikin, şaşiyeke nayê efûkirin dikin.
Meriv piştgiriya dagirkerên welatê nake.
Dînê dagirkerên welatê me çi be jî dijminê me ne, meriv bi têkçûna neyarê xwe, dagirkerê welatê xwe xemgîn nabe. Yê xemgîn bibe ya dîn e, ya totikvala ye, ya jî hevalê meleyên faşîst in.

Benê van faşîstan di destê wan da ye, her roj çend kurd bi darde dikin. 

Bi sedan kurd di zindanên Îranê da li bende roja îdama xwe ne.
Komara Îslamî ya Îranê ne ji bo me kurdan tenê, ji bo miletên din jî, ji bo dinyayê jî çavkanîya xerabiyê û terorê ye. 

Ev dîktatorîya teokratîk çiqasî zû hilweşe hewqasî baş e, dibê meriv kêfxweş bibe.
Vê rejîma celad jiyan li miletê me, li jinên kurd kiriye zindan. Piştgirî û xemgîniya ji bo vê rejîma îslamî hevalbendiya, zilamtîya Xemeney e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar