Du roj in havîn hatiye Stockholma xopan. Îro 27 derece germ
e, ez û xanim li hewşê, di binê sîya terasê da rûniştine û qahwa xwe ya navrojê
vedixun.
Sibe ewê baran be û germîyan dakeve 15-16 dereceyî.
Umrê hewa Stockholmê wek umrê pinpinîkê ye, pir kin e. rojek dinya germ e, milet kêf dike, roja din dibe ewr û baran, kêfa wan diqurçime.
Havînê hewşa me pir honik e, cinet e, em pê xenî bûbûn.
Lê piştî temûzê emê xatir ji vê hewşa xweş, wek dîyarekî Qerejdaxê bixwazin û herin warekî din. Emê bîriya hewşa xwe ya xwşik bikin.
Lema heta ji me tê em lê rûdinin û qala rojên xwe yên borî û rojên ewê bên
dikin.
Kî zane li warê xwe yê nuh emê çi bibînin, çi bijîn?
De em û şansê xwe...
XXX
Nivîsên me gişk li ser şerê Îsraîl û Îranê ne. Di demeka
wiha da nabe meriv qala vî şerê giran neke, fikrê xwe nebêje.
Di demên wiha da nabe meriv çîrokan binivîse, henek û
laqidiyan bike. Çimkî ev herb li kêleka me dom dike, fuzeyên herdu alî davêjin
ji hev da, vizîna wan e di ser welatê me ra diherin û tên.
Îran dijminê me ye, Îsraîl xerîb e, tu zirareke Îsraîl
nagihîje me. Ji bo wê jî Îsraîl bi ser keve, zora dijminê me bibe ji bo me baş
e, dibê em kêfxweş bibin.
Kurdê şûrê Îranê bikşîne, Îsraîl rexne bike hevaltiya
celadekî wek Elî Xameney dike. Piştgiriya dijmin rûreşiyeke mezin e.
XXX
Telewîzyona Îranê ya dewletê gotiye Îsraîl 8 generalê wan ên
din guştine. Law ev sê roj in Îsraîl qirra generalên we anî. Li Îranê general
nehîştin.
Ya baş ya dev ji parastina vê rejîma qatil berdin, teslîm
bibin, ya jî birevin, herin Pakîstanê. Hûn xwe têxin kîjan qulikê jî fuzeyên Îsraîl
ewê bi we vedin; xelasîya we tune ye.
Mêrikan di binê zikê erdê da jî wan dibînin û dikujin. Helal
be ji wan ra, ji vê teknîka wan ra.
De bira bikujin. Van qatilan heta nuha bi hezaran însan kuştine,
bi darda kirine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar