16 juni 2025

Şîreta seyis

Profesor ji bo ku konferansekê bide ket salonê. Bala xwe dayê salon vik û vala ye, yek tenê di rêza pêşiyê da rûniştîye. Profesor nizanîbû bipeyive, ya nepeyive, ket dudiliyê. Ji yê rûniştî pirsî:

-Li vir tu tenê yî. Bi ya te ez bipeyivim, ya nepeyivim, tu çi dibêjî?
Mêrik got:

-Mamostê hêja, ez seyisekî im feqîr im, ji van meselan fêm nakim. Lê heger ez bihatama axurekî û min bidîta hesp giş revîyane, yek tenê maye, minê ew hesp xwedî bikira. Minê axur neterikanda.
Kêfa profesor ji gotinên seyis ra hat, dest bi konferansa xwe kir. Du seetan peyivî. Piştî axaftina xwe qedand, bi meraq dîsa ji seyis pirsî:
-Te axaftina min çawa dît, te eciband ya na?
Seyis got:
Mamoste, min berê jî ji te ra got, ez seyisekim, merivekî nezan im, ji van meselan tiştekî fêm nakim. Lê dîsa jî heger ez bihatama axurekî û min bidîta hesp giş reviyane, hespek tenê maye, minê ew hesp xwedî bikira, minê berra wê jî neda.
Lê belê minê êmê heye hemû neda hespê, heywana feqîr bi êm gêj nekira, neteqanda.
Profesor di ciyê xwe da tevizî, fêm kir seyis çi dibêje. Kaxetên xwe top kir, rahîşt çentê xwe û salon terikand.
Xwarina zêde zikê meriv diêşîne, axaftina zêde meriv gêj û aciz dike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar