16 juni 2025

Îsraîl dixwaze dinyayê ji vê rejîma teokratîk xelas bike


Îsraîl telewîzyona dewletê ya Îranê di dema weşanê da bombebaran kir. Agir bi bînê ket, weşan sekinî.

Îsraîl dezgehên dewleta Îranê yên leşkerî, îdarî, emnî yek bi yek bombebaran dike. Ev destpêka ketina rejîmê ye.

Netanyahu dibêje seha Îranê ya hewayî êdî di bin kontrola wan da ye û ewê bombebarankirina Tehranê bidomînin.

Netanyahu her wisa xwest niştecihên Tehranê bajêr vala bikin.
Rejîma meleyên faşîst diheje. Li ber Îsraîl digerin, dixwazin şer raweste. Îsraîl qebûl nekir.
Hedefa Îsraîl xistina rejîmê ye. Bi bawerîya min baş dikin, heta rejîmê nexînin dibê şer ranewestînin. Dibê ev rejîma barbar vê carê jî ji ketinê xelas nebe.

XXX

Îran dewleteke bi wahşeta xwe, bi celadîya xwe meşhûr e. Celadên rejîma îslamî benê wan di destên wan da ne, însanan bi vîncan ve li ba dikin.

Di van rojên şer da dîsa det bi girtina xelkê kirine. Di nava girtiyan da gelek kurd jî hene. Herî kêm 20 kes bi îthama ajantîya Îsraîl îdam kirine.

Meleyên faşîst dixwazin bi vê barbarîya xwe însanan bitirsînin, ji bo ku kes serî hilnede. Tirs nikane rê li ber mirinê bigire. Hûn çi barbariyê bikin jî rojekê hûnê bi wan vîncan va li ba bibin.

XXX

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkîyan gotiye ”ewê dev ji çêkirina enerjîya atomî bernedin, tu kes nikane vî mafî ji me bistîne.”

Hêvî dikim dev jê bernedin, ev israr ewê dawî li rejîma wan a celad bîne.

Tiştê balkêş, Pakîstanê jî xwe di berra kiriye, xwe li Amerîkayê û Îsraîl rakişandiye, gotiye em li pişta Îranê ne.

Amerîkayê bi salan Pakîstan baş xwedî kir, baş perwerde kir. Nuha jî gefê li Amerîkayê dixun.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar