17 juni 2025

Serokê Amerîkayê donald Trump jî got Tehranê vala bikin !

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotina Netanyahu dubare kiriye, gotiye, “Divê her kes bi lez ji Tehranê derkeve.”

Ev gotina Donald Trump tê maneya şerê Îsraîl û Îranê raneweste, Îsraîl ewê bi Îranê ra li hev neyê. Êrîşên Îsraîl ewê berdewam be.
Yanî zû, dereng ewê rejîma meleyên faşîst bixînin.
Hedefa Îsraîl û Amerîka ya nuha ev e. Dibê Komara Îslamî ya barbar, celad were rûxandin. Hebûna wê ji bo Îsraîl ewê tim talûkeyeke mezin be.

Lê hêza Îranê a liberxwedanê jî helbet muhîm e. Ji alî hêzên derve Îran basko kirine; Hizbullah, Hamas, Yemen, Lîbya çûne. 

Li hundur jî hêdî hêdî basko dikin. Dûra ewê wek mirîşkê bipûtikînin.
Bi qasî xuya dike aqûbeta Îranê jî wek ya Îraqê, Sûriyê, Lîbyayê û Yemenê ye. 

Belkî xerabtir jî bibe. 

Çimkî li Îranê jî çar milet hene. 

Li gorî miletên din kurd bêtir organîze ne. Rejîm hinekî din zeîf bibe kurd kanin welatê xwe rizgar bikin.

Raporta Alî Javanmerdî

XXX

Zanîn, ilim xezîneyeke bêdawî ye, bêsînor e. Her însan bi qasî hêza xwe, bi qasî kapasîta xwe para xwe ji vê xizneya bêserî û bêdawî digire.

Ev par kane him ji bo xerabîyê, him jî ji bo çêyiyê were bikaranîn.

Pûtîn, meleyên Îranê riya xerab, riya bi zirar hilbijartin. Ji bo wê jî zirareke mezin didin însanan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar