18 juni 2025

Min got îro jî bi wergera du şiîrên Elî Varol dest bi rojê bikim


Neviyê(torinê)meta min mamoste Elî Varol şairekî naskirî ye, dilsozekî welat û miletê xwe ye, hezkiriyên şiîra wî pir in.

Navê kitêba wî BUHRAN e, ji alî weşanxana Klaros ve hatiye weşandin. Şiîr bi tirkî ne.
Min ji kitêbê du şiîrên kin ji wergerandin kurmancî. Berê jî çend caran min hin şiîrên wî wergerandibûn.
Esas şiîr nayê wergerandin, ya jî wergera şiîrê pir zor e; meriv çiqasî baş wergerîne jî nabe wek şiîra orjînal.

Çimkî şiîr ne gotin tenê ye, gelek alîyên wê yên din, yên di gotinan da veşartî jî hene. Di tercumeyê da dana, bidestxistina wan teswîr û mecazan hema, hema ne mimkûn e.
Di wergera zimanekî din da meriv nikane hemû ûnsûrên şiîrê, hemû teşbîh, kafîye, ritim, metaforên wê wek di zimanê orjînal da bi dest xîne, bidê.
Werger, carnan kane bibe kopîyek baş, carnan jî kopîyek xerab.
Li gel vê rastiyê û zahmetiya wergera şiîrê jî min ji kitêba ”BUHRAN”ê du şiîrên kin wergerandin kurmancî. Tam tahma orjînal nede jî min wergerand. Hêvî dikim bi dilê we û şair be.

 

Te ji çiyê ra nivîsî,

ji kevir ra nivîsî
ji avê ra, ji bûzê ra, ji xwê ra
ji vala ra nivîsî
ji çûkeka birîndar ra
ji serîyekî natewe ra
feqet te ev rastî ji bîr kir
yê sermîyanê wî gotin be
Umrê wî zirar e

///Alî Varol

XXX

Dilê min, welatê sînorên wî îxlal bûye
çend rêwî lê hêwirîne
kî dizane
bira tu neynik ji min nexeyide
parçeyên wê hemû
min daqultandine hema

///Alî Varol

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar