18 juni 2025

Ji Kurdistana Bakur gelek siyasetmedar qelp derketin

Ji nav sîyasetmedarên Kurdistana Bakur kesên pir qelp, wek kevirê kuş, ne tu mêr derketin pir in.
Li beşên din ên Kurdistanê jî wiha ye, ne wiha ye nizanim.
Mêrên, siyasetmedarên, serokên dewlet ji navên wan dibiziya pir qelp, pir pûç, tirsonek derketin. Ji pêşenigî û seroktiya kurdan bûn parêzvanên Tirkiyê.

Heyfa mêran, keda wan bû keda bersîs. Qanûna xwezayê ye, ji hesinê pîs şûrê baş çênabe.
Mêranî, serokatî bêxisar nabe. Gelek siyasetmedarên me mêr derneketin.

XXX

 Derdê dinya dijîtal, medya sosyal nayê kişandin. Gava tu xebereke,parvekirine tirkî vedikî,dixwazî bixwînî 10 reqlam li pey hev vedibin. Tu yekê digrî çirt,pirt çend hebên din tên. Hinek nayên girtin,dibê tu her tiştên wan qebûl bikî. Ez ji tikandina xwe poşman dibim,digrim.

Her tiştê tirkan û tirkî bela ye,tenîya bi don e,dibê meriv di xwe negerîne, jê dûr keve.

Çend sal in ez qet li telewîzyonên tirkî temaşe nakim, tu carî riya xwe bi wan naxînim,li minaqaşeyên wan gudarî nakim.

Xwendina hin xeberan carnan mecbûrî ye, li çavkaniyê dinêrim.

XXX

-Miletek bûbe evîndarê celadê xwe eger

dixwazî pê bidî guhdarîkirin azanê ya jî çanê

heger îtîraz nake wek kerîyekî pez îlet

misteheqe jê ra her babetê zîlet

Omer Hayam

Kurmancîya wê, Zinarê Xamo

2025-06-18

XXX

Bîanetê bi Elîf Gemîcîoglu Yavîç xanimê ra li ser nivîskariya wê û edebîyata devkî hevpeyvîneke xweş kiriye.

Elîf xanim nivîskareka hêjayî taqîbkirinê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar