19 juni 2025

Her zalimek xişmekî wî heye

Dîktatorên Komara Îslamî ya Îranê vê carê li bela xwe rast hatin.

Her singirek pingirekî wî heye, her tiştek, her zalimek xişmekî wî, raqibekî wî heye.
Xişmê meleyên Îranê jî Amerîka û Îsraîl e.
Meleyên zalim çi bikin, çi zirar û zîyanê bidin Îsraîl jî ewê ji aqûbeta Seddam Hisên xelas nebin. Ji nuha da malbatên serok û birêvebiran bi du balafirên mezin şandine Dubaîyê. Yanî dest bi revê kirine.
Şer belkî hinekî dirêj bajo, lê veger tune ye, dibê yek qezenc bike, yek têk biçe.

Hin şer hene bêyî ku yek têk biçe li hev tên, şer radiweste. Wek şerê Îraq û Îranê, wek şerê Hindistan û Pakîstanê.
Şerê Îsraîl û Îranê ne wiha ye, lihevkirin ne mimkûn e, dibê yek bikeve. Ketina Îsraîl ne mimkûn e, Amerîka, Xerb nahêlin Îsraîl vî şerî wenda bike. Tenê alternatîfek heye, ew jî dibê Komara Îslamî ya Îranê bikeve. Ewê jî bibe. Heta ev nebe şer nasekine.

XXX

Serokê Amerîkayê Donal Trump wek dansozekê xwe vir da û wê da ba dide; rast û çep lêdixe. Ne dibêje emê lêxin, ne dibêje emê lênexin. Herî dawî gotiye:

”Min hîn biryar nedaye emê êrîşî Îranê bikin ya na. Ez ji biryardayina di sanîya dawî da hez dikim. Lihevkirin jî alternatîfeke. Min derîyê hevdîtina bi Îranê ra negirtiye. Dibe ku her tişt bibe. Belkî rejîma Îranê bikeve.

Plana me ji bo piştî ketina rejîma Îranê heye.

Plana me ji bo her tiştî heye, lê pêwîst e em hîn jî li bende bin.

Min ji Netanyahu ra got dewam bike. Em her roj dipeyivin.”

Ez bawer dikim alternatîfa piştî ketina rejîma meleyan hîn tam amade nekirine. Dixwazin berê baş basko û kût bikin, ji pertav da bixînin, dûra derba dawî lêxin. Belkî jî dixwazin birevin.

Bi texmîna min ewê nerevin, çimkî ji bo wan dereke ewle tune ye.

Lê vê carê xelasîya meleyên qatil tune ye, talîya wan jî wek a Seddam e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar