19 juni 2025

Serpêhatiya kurmê gûzê


Kurmê gûzê, qulikeke bi qasî kanibe tê ra derbas bibe di gûzê da vedike û dikeve hundurê wê.

Hundurê gûzê dişibe mejuyê însên, kurm dest bi xwarina qinê gûzê dike.
Her ku dixwe qelaw dibe, her ku qelaw dibe, mezin dibe.

Piştî ku baş têr dixwe dixwaze ji hundur gûzê dekeve. Lê êdî ne

mimkûn e di qulika tê ra ketibû hundur derkeve.

Ya herî xerab jî, ji bo ku qin hatiye xwarin, qalikê gûzê jî hişk bûye, bûye çekur; nikane qalikê gûzê bikurisîne û qulikê firehtir bike.
Kurmikê feqîr di hundurê qalikê gûzê da asê dimîne.

Kûr difikire, hûr difikire, çareyê di zeîfbûnê da dibîne. Dibê demekê bipê, wek berê zeîf bibe.Wekî din nikane derkeve.

Ji mecbûrî demekê birçî dimîne, hêdî hêdî zeîf dibe, tê qeysa xwe ya berê û ji hundur gûzê derdikeve derve.

Lê demsal êdî ne ew demsal e, payiz qedîya ye, sar û sermayê dest pê kiriye.
Kurmikê feqîr û qafikê gûzê yê vik û vala li ser darê tik û tenê ne.
Hin însan dişibin kurmê gûzê, çavên wan ji malê dinyayê cara têr û bar nabe, her ku dixun, dixwazin hinekî din bixun.

Gava çavên wan têr dibe, dibêjin êdî bes e, wê çaxê jî demsal, şert û merc guherîne, êdî pir dereng e. Li bela xwe rast tên.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar