20 juni 2025

Ya muhîm cer bişkê

Ha kevir li cer(li kûp) ket, ha cer li kevir ket, ferq nake, netîce eynî ye, cer zirarê dibîne, cer dişkê.

Ha me bi xwe heyfa bi hezaran kurdên hatine îdamkirin, kurdên zulm dîtine ji Xameneyî û ji meleyên faşîst girtiye, ha Îsraîl îşê wî û rejîma faşîst qedandiye, ferq nake. Ya muhîm ev rejîma zalim, faşîst bikeve.
Kî Komara Îslamî ya Îranê ji ortê rake, serok û birîvebirên wê ceza bike ezê kêfxweş bibim, sipasî wan bikim.

Yek qatilê bavê meriv, qatilê ewladê meriv bikuje meriv pê xemgîn nabe, pê kêfxweş dibe. Serokên Komara Îslamî qatilên mezinên me, qatilên ewladên me ne. 
Îsraîl vê rejîma faşîst ji ortê rake, serokên wê ceza bike baş dike. Dibê em kurd bi vê yekê dilşa bibin. 
Kurdê bi ketina Komara Îslamî ya Îranê kêfxweş nebe korfahm e, hevalê Xameneyî ye.

XXX

Di nav me da kurdên dilxwaz û piştevanên Îrnaê ne pir in. Meriv ne bêxîret be nabe hevalê neyarên miletê xwe.

Di 46 salên rejîma xwe ya faşîst da meleyên Îranê yên zali bi hezaran kurd kuştin û bi darda kirin. Vê rejîma celad kurd mehû kirin.

Yê piçek ûjdan, merhamet, exlaq pê ra hebed ewê bi dil û can bixwaze rejîma îslamî ya meleyên faşîst hilweşe.

Kî vê rejîma faşîst, qatil ji ortê radike ferq nake. Îsraîl dike, Amerîka dike ya jî topa Xwedê lê dikeve, Komara Îslamî tarûmar dike ji bo me baş e, dibê em kêfxweş bibin.

Kurdê dixwaze Îsraîl têk biçe û Îran bi ser keve neyarê qewmê xwe ye. Eyarê bênamûsan fire ye, ji hevaltiya dagirkerên welatê xwe şerm nakin.

XXX

Do li bakurê Japonyayê, li peravên Hokkaidoyê bi meznihîya 6,1 erhejek çêbûye.

Qala zirarên can û mal nehatiye kirin.

Li Japonjayê salê li dora 1500 erdhejên wiha çêdibin. Lê wek li Tirkiyê û li Kurdistanê bajar wêran nabin. Çimkî mêrikan avahiyên xwe li gorî wê saxlem çêdikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar