Di Facebookê da do ez rastî rismekî li ser sola cizlawêt hatim. Risim ez birim salên zaroktiya min. Çimkî di zaroltiya min da solên cizlawêt qondereyên feqîran bûn.
Dibêjin li Sovyetê jî pîrekan solên cizlawêt dikirin pê. Ev risim jî rismekî wê
demê ye.
Heta ez nehatibûm Swêd min nizanîbû lastîkên cizlawêt malê Swêd e, li Swêd bajarekî bi navê Gislavet heye, navê solên cizlawêt ji wir tê.
Fabrîqa cilawêd di sala 1893´a da li Swêd, li bajarê bi navê Gislavet ji alî du birayên bi anvê Carl Gislow û Wîlhelm Gislow ve hatiye
avakirin.
Solên cizlawêt navê xwe ji navê bajêr(Gislavet)girtiye. Me bi kurmancî ji wan
solên lastîkî ra digot cizlawêt.
Piştî ez hatim Swêd, pir dereng, ez fêr bûm li Swêd bajarekî bi navê Gislaved heye û solên lastîkî yên me ji wan ra digot ”cizlawêt” li vî bajarê Swêd çêdibûn û dihatin Tirkiyê û Kurdistanê.
Tirkiyê di salên 1930´î da ji Swêd dest bi îtxalata solên cizlawêt kiriye.
Li Kurdistanê, di zaroktiya min da cizlawêt solên kesên feqîr û gundiyan bûn.
Li Wêranşarê hin dikanan tenê solên lastîkî difrotin. Marqên din jî hebûn, lê cizlawêt marqa baş bû. Dîzmên wan jî hebûn.
Li Swêd jî hene. Belkî dîzma min jî cizlawêt e. Nuha ji bo zarok û mezinan gelek sol, kilaş, şimik û dîzmeyên bi qalîte çêdikin.
Cizlawêtên sor bi qeytan û bêastar bûn, reşên wan bi qeytan bûn, bi astar bûn, hinekî luks bûm.
Kesên kal(extîyar) reşên solên cizlawêt zivistanan wek solên mestan jî dikirin pê.
Mest çermekekî wek gorake reş bû, bi zincîr bû, dikirin û nigên xwe, dûra nigên xwe dixistin nav sola cizlawêt. Jê ra digotin mest. Ez rismê mestê û galoşê jî parve dikim.
Havînan lixwekirina cizlawêtên sor ezabekî mezin bû, nigên meriv tê da xwî dida, hundurê wan ji xwîdanê dibû wek çamûrê. Dema meriv dimeşiya digot, ”vilç, vilç, vilç”, vilçînî ji nigên meriv dihat.
Fabrîka cizlawêt heta sala 2002´a jî hebû, solên lastîkî, tekerên otomobîlan û tiştên din çêdikir. Di sala 2002´a da hat girtin.



Inga kommentarer:
Skicka en kommentar