Amerîkayê şeva çûnî, nîvê şevê bi balafirên B-2 li Îranê sê tesîsên nukleerî bombebaran kirin. Li gorî beyana Donald Trump hersê tesîsên nukleerî jî îmha bûne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî bombebarankirinê di
axaftina xwe da gotiye:
-Ya ewê bi aştiyê biqede, ya jî ji bo îranê bibe trajedî.
Me êrîşa xwe ya pir serketî li ser sê tesîsên nukleerî yên li Îranê, ”li Fordo,
Natanz û li Isfexanê” temam kir. Hemû balafir niha ji qada hewayî ya Îranê
derketine.
Ev îdîa Trump çiqasî rast e meriv nizane. Gelo bombebaran bi îsabet bûn ya na ew jî ne diyar e. Hêvî dikim derên şaş bombebaran nekiribin.
Çimkî tesîs pir kûr, 80-100 mîtro di binê erdê bda ne. Rastbombekirina wan ne hêsa ye, kane li derên şaş xistibin.
Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu sipasî Donald Trump kiriye,
gotiye:
”Ez sipasîya te dikim, miletê me sipasîya te dike.”
Wezîrê karên derve yê Îranê Ebbas Araqçî êrîşa Amerîkayê şermezar
kiriye, gotiye:
"Amerîkayê bi êrîşa li ser tesîsên nukleerî yên
aştiyane yên Îranê bi awayekî cidî qanûna navneteweyî binpê kiriye. Encanên vê
êrîşê yên pir ciddî ewê hebin
Divê her endamekî NY ji vê tevgera pir talûke, bêqanûn û
sûcdar pir bi fikar be.
Îran ewê xwe biparêze, hemî tedbîran bigire ji bo ku
serwerî, berjewendî û gelê xwe biparêze."
Nûnerê Xameynî, Husên Şerîetmedarî jî êrişa Amerîkayê ya ser
Îranê rexne kiriye, gotiye:
"Niha dora me ye bêyî ku em wextê winda bikin, wek gava yekem, emê li
Bahreynê keştiyên deryayî yên Amerîkayê moşekbaran bikin.”
Şalê dînîtiyeke wer bikin. Ewê ketina xwe zûtir bikin. Gava mirina bizinê tê
nanê şivên dixwe.
Şer pir cidî ye. Çi ji destê meleyên faşîst were ewê bikin, lê ez bawer nakim ji nuha şûnda şer raweste, Îran û Îsraîl li hev werin. Dibê ev rejîm bikeve. Heger vê carê jî ji ketinê xelas bibe, Komara Îslamî ewê ji bo Îsraîl û dinyayê pir talûkeyeke mezin be.
Çare, dibê rejîma meleyên faşîst bikeve. Berdewamiya bombebrankirinan haziriya
ketina rejîmê ye. Hêdî hêdî bingeha serîhildana milet amade dikin.
Ji ber ku Amerîka jî tevî şer bû êdî dewleteke din ewê newêribe xwe tevî şer
bike. Hin çeteyên Îranê belkî çend fuzeyan bavêjin ji Îsraîl da lê ewê tu
netîceyekê negirin.
XXX
2025-06-21
Medyaya Îranê ya resmî gotiye 5 serbazên Supaya Pasdaran îro
li bajarê Xuremabada girêdayî wîlayeta Loristanê di êrişeke Îsraîlê da hatine
kuştin. 15 serbazên Hêza Asmanî jî li deverên din hatine kuştin.
Ev zalimên îsraîlê çawa ciyên wan tespît dikin ez nizanim.
Feqîran xwe dikin kîjan qulikê jî ji kuştinê xelas nabin
Wele heger wiha dom bike Îsraîlê qira serbaz û generalan
bîne. Di 9 rojên şer da general û serbaz nehîştin. Hindik maye dor were başçawîşan.
Ya baş ew e zabit û general giş îstîfa bikin û ruhên xwe xelas bikin, ya na Îsraîlê yek bi yek gişan bikuje.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar