Fatîh Altayliyê rojnamevan, pantirkîst, faşîst, neyarê kurdan do êvarî bi îdîa gef li serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwariye, xistine qulikê.
Fatîh Altaylî di programeke telewîzyonê da li dijî serokatiya Erdogan a ebedî derketiye, gotiye:
”Di ankêt da ji sedî 70´î miletê tirkli dijî serokatiya Erdogan a ebedî ye. Qismekî hilbijêrên AKP´ê û MHP´ê ne tê da tu kes tiştekî wiha qebûl nake. Vî miletî padîşahê xwe xeniqandiye, gava jê heznekiriye. Padîşahên Osmanî yên hatine kuştin, yên bûne qurbanên sûîqestê ne hindik in.”Yanî wek bi mecaz, wek teşbîh gotiye heger Erdogan dev ji kursîya xwe bernede, bixwaze heta mirinê serok bimîne, miletê qebûl neke û bi zor îşê wî biqedîne.
Yê li ser serokatiya Erdogan a hetanî mirinê vê teşbîhê bike, Erdogan helbet wî efû nake; ew şelafekî çiqasî muhîm be jî Erdogan wî efû nake.
Li Tirkiyê kî Erdogan rexne bike, kî li dijî serokatiya wî ya ebedî, hetanî mirinê derkeve ciyê wî qulika zîndanê ye. Dixwaze bira ew kes şelafekî wek Fatîh Altayliyê pantirkîst û antî kurd be.
Ewê çend mehan di qulikê da bihêlin, baş terbîye û pîs bikin, dûra berdin.
Yanî zindan êdî ne ji bo kurdan tenê ye. Yên bi salan şelafîya Erdogan kiribin jî, Fatîh Altaylî yekî ji wan şelafan e, rojekê bêhemdî gotinekê li dijî Erdogan bibêje ciyê wî zindan e.
Erdogan hetanî sax be ewê serok be, tu kes, tu hêz bi rehetî, bi hilbijartinê nikane wî bixîne.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar