Yekî mala meriv, welatê meriv ji meriv stendibe, bavê meriv,
zarokên meriv kuştibe, ji qewmê meriv bi hezaran kes îdam kiribe, ew kes neyarê
meriv e, meriv alîkariya wî nake.
Gava yek li vî neyarê meriv xîne meriv sebê naxeyide, piştgiriya
qatilê bavê xwe nake.
Yê namûs pê ra hebe piştgiriya dagirkerê welatê xwe, piştgiriya qatilê bavê xwe û zarokên xwe nake. Meleyên Îranê qatilên miletê me ne, dagirkerên welatê me ne.
Meriv ne dîn be, ne pir bêxîret be nabe heval û dilxwazê qatilên Dr. Qasimlo, Şerefkendî,
nabe hevalê Xameyîyê bi hezaran kurd bi benê wî hatine îdamkirin.
Yên li dijî Îsraîl û Amerîkayê şûrê meleyên Îranê dikşînin,
fena ku piştgiriya qatilên bavê xwe bikin.
Meleyên Îranê ji qatilê bavê me jî xerabtir in. Meriv
piştgiriya dagirkerên wealtê xwe nake, Îsraîl û Amerîka çiqasî neheq bin jî
meriv ji bona rejîma îslamî, faşîst a meleyên Îranê naxeyide, dijminatiya
Îsraîl û Amerîkayê nake.
XXX
Amerîkayê ji hemwelatiyên xwe ra gotiye, neçin 22 bajarên
“başûrrojhilatê Tirkiyeyê”. Yanî neçin Kurdistana Bakur.
Çimkî gelek kurd ne li gorî berjewendiyên xwe, li gorî yên
Îranê hereket dikin. Zilamtiya filistîniyan ne bes bû, ya Îranê jî lê zêde bû.
Gelek kurdên totikvala bûne şûrkêşên dagirkerên welatê xwe,
celadên bi hezaran kurdî. Bûne zilamên qatilên Dr. Qaimlo û Şerefkendî.
Naxwazin ev rejîma qatil, celad bikeve.
Meriv ji kok da ne bêxîret be nabe hevalê van meleyên qatil.
XXX
Balafirên Îsraîl li Tehranê li Girtîxana Evînê xistine.
Girtîxana Evînê zindaneke girtiyên siyasî ye, bi hezaran kurd aktivîstên din di
vê girtîxanê da ne.
Girtîxana Evînê merkezeke îşkenceyê ye, bi hezaran însan di
vê mezbeheyê da îşkence dîtine, hatine kuştin.
Bombebarankirina Girtîxana Evînê ji alî sembolîk û sitratejîk
ve gelkî muhîm e. Diyar e Îsraîl dixwaze milet serî hilde.
Îsraîl îro li Tehranê gelek derên stratejîk bobmbebaran
kirine. Ji bo serîhildanê rejîmê basko dikin, leşker û pasdaran ji hêz da
dixin. Vana îşaretên baş in.
Donald Trump jî sînyala vê yekê da. Lê bingeha serîhildanê
hîm baş ne kemilî ye, dibê Îsraîl rejîmê hinekî din jî ji hêz da bixine.
Li ser netîceyên bombebaran Girtîxana Evînê hîn tu
agahdariyek tune ye. Gelo girtî revîyane ya na ne diyar e.
XXX
Li paytexta Sûriyê Şamaê, li Dêra Mar Elyas teqînek mezin
çêbûye, li gorî agahiyên destpêkê 13 kes hatine kuştin, 53 kes jî birîndar in.
Qetlîameke wiha bêyî destûra hukûmetê nabe, bi segekî xwe
dan kirin.
Hukûmetê xistiye hustuyê Daîşê. Daîş ew bi xwe ne, kê kiribe
bi emrê wan kiriye.
Kurmê şîrî, heta pîrî. Hêzên îslamî tu carî rast nabin,
kesên ne ji xwe, kesên wek wan nafikirin û wek wan najîn, kesên ne misilman
rehet nahêlin.
Li her dera, li her welatê hêzên îslamî lê xurt in, serdest
in mafê jiyanê, rehetî, azadî ji bo kesên din tune ye.
Li Sûriyê nikanin eşkere xiristîyanan bikujin, Ewrûpa, dinya
qebûl nake.
Bi namerdiyên wiha dixwazin xiristîyanan li Sûriyê nehêlin,
gişan mecbûrî revê bikin.
Bikanibin ewê eynî tiştî bînin serê kurdan jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar