24 juni 2025

Donald Trump geh rast lêdixe, geh çep lêdixe

Donald Trump do derengê şevê dîsa surprîzeke mezin, hokus-pokusek kir, got Îranê û Îsraîl li ser agirbestê li hev kirine, şer rawestiyaye. Pîroz be !

Her kes matmayî ma.
Lê do bi şev êrîşên herdu aliyan jî dom kiriye. Yanî li ortê tu agirbest xuya neke.
Medya Îranê gotiye wan ”neyar mecbûrî agirbestê kir”!
Îsraîl li ser agirbestê, rawestandina şer hên tu beyan nedaye.

Trump wek sihêrbazekî serê deqê hokus-pokuzekê dike, geh dibêje gerek rejîma meleyên Îranê hilweşe, geh ji bo rawestandina şer Xameynî pîroz dike.
Trump ji delemeyê jî zûtir viz dibe, geh rast lêdixe, geh çep lêdixe. Geh rejîma meleyên Îranê dixîne, geh aştiyê îlan dike.

Amerîka ketiye bin destê merivekî pir talûke. Kes nizane kînga ewê çi bike. Do nîvê şevê di twîtteke xwe da got, "Îran û Îsraîl herdu di eynî wextê da hatin ba min, agirbest xwestine." Û bi herfên mezin AGIRBEST îlan kir, got şer rawestiya.
Lê şer hîn ranestiya ye.
Nuha jî dibêje, ”muhteremno, agirbestê xera nekin. Silavên min. Serokê Amerîkayê !”
Trump amîgoyekî ne temam e, meriv nikane bi benê wî dakeve bîrê. Dîwareke ji tepika ye. Îşê dinyayê bi vî dînî zor e.

XXX

”Heger tu dixwazî pêşketina miletekî bibînî, li jinên wî miletî binêre.”

Meleyên Îranê yên faşîst 46 sal jinên faris, kurd û miletên din êsîr girtine, ew mecbûrî bibdestiyeke hovane kirine.

Kesên piştgiriya vê rejîma faşîs dikin neyarên azadiyê û demokrasîyê ne.

XXX

Îranê şeş ​​fuze avêtine ji baregehên Amerîkayê yên li paytexta Qeterê Dohayê da.

Ev tê wê maneyê Amerîka jî êdî şer da ye.

Amerîkayê gotibû, heger Îran êrîşî baregehên me bike ewê bedelekî giran bide. Îranê wa ye êrîş kir, gerek Amerîka jî bersîveke baş bide. Heger lê nexe meleyên aşûnî bibin.

Gerek Amerîka derba mirinê lêxîne.

Dibê dinya ji vê rejma devbixwîn xelas bibe.

Donald Trump di twîttekê da got Îranê berî fuzeyan bavêjin xeber dane wan û ji bo vê yekê jî sipasî Îranê kir.

“Ez dixwazim spasiya Îranê bikim, ji ber ku li ser êrişa li Qeterê em pêşwext agahdar kirin.”

Yanî yê Îranê şoveke vala, ya xapandinê bûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar