24 juni 2025

Heger vê carê serê mar nepelixînin ewê pir poşman bibin

Meleyên Îranê yên faşîst bûne ardê ceyîn û ketine ruyê dinyayê, bûne tenîya bi don di dinyayê gerîyane, ne bi şuştin tê, ne bi pakkirin, 46 sal e dinya nikane ji van zaliman, ji van qatilan xelas bibe.

Li ku dera dinyayê hêzeke terorîst, çete hebe Îran li pişt e, fînanse dike. Tiliya wan di her qulê da heye.
Li Rojhilata Navîn çiqas tevlihevî, teşxele heye tiliya Îranê di gişan da heye. Îran, Kurdistan li însan kirine zindan. Civan 100 sal paşda birin.

Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê şaşiyeke mezin dikin meleyên faşîst li ser hukim dihêlin. Heger Amerîka, Ewrûpa vê carê serê mar nepelixînin ewê pir poşman bibin.
Hîn baş ne diyar e lê bi alîkariya Erdogan û hin kesên din dixwazin Trump bertîl bikin û meleyên faşîst ji ketinê rizgar bikin.
Hêvî dikim Îsraîl qebûl neke, îşê mela temam bike.
Fersend çêbûbû dibê Amerîkayê jî bi Îsraîl ra lêxista û ev rejîma celad bixistana.
Fersendeke wiha belkî 10-20 salên din jî çênebe.

XXX

Agirbesta nabêna Îsraîl û Îranê ya serokê Amerîkayê Donald Trump do bi şev îlan kir seetekê ajot. Umrê wê ji yê pinpinîkê jî kintir ajot.

Piştî setekê herdu aliyan dîsa reqandin hev.

Dibê meriv guh nede gotinên Trump. Trump meseleyên herî cidî jî laçqe kir. Serokê dewleteke wek Amerîkayê dibê hewqasî ne xeyrîcidî be.

Heger rejîma meleyan vê carê jî nekve ewê mala milet bişewitînin, bi îthama ajantiya Îsraîl ewê bi sedan kesî îdam bikin, bi hezaran jî bavêjin zindanê.

Lema dibê ev dîktatoriya teokratîk, zalim, îslamî vê carê miheqeq bikeve.

Trump durûtiyê dike, bi bertîl û ruşwetê dixwaze Xameynî, meleyên faşîst li ser hukim bihêle. Rawestandina şer, lihevhatina Îranê û Îsraîl xelaskirina dîktatoriya meleyên faşîst e.

Serokê Tirkiyê Erdogan ketiye bin Trump, dixwaze Komara Îslamî ji ketinê xelas bike.

Erdogan û hevalên wî naxwazin rejîma meleyên faşîst têk biçe. Dibêjin heger Xameyî bikeve tiştê li Îraqê û Sûriyê çêbû, ewê li Îranê jî çêbibe, kurd ewê li Îranê jî bibin xwedî desthilat. Ji bo ku kurd li Îranê azad nebin tirk bi hemû hêza xwe alîkariya Îranê dikin. Wek hetanî sanîya dawî alîkariya Seddam kirin.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan gihîşt mirazê xwe, di civîna NATO´yê ya li Hollanda, li bajarê Haagê di risim da xwe da kêleka serokê Amerîkayê Donald Trump, heta destên xwe jî dan hev; Trump, wek îşareta dostaniyê sîleyek jî li pişta destê wî xist.

Tê gotin Erdogan û Trump ewê civînekê jî bikin. Xêra Xwedê !
Ma Erdoganê hîn çi bike?
Erdogan pir bextewar xuya dikir. Medyaya tirk bi teferûat qala vê zafera Erdogan dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar