25 juni 2025

Şerê Îsraîl û Îranê neqediya ye

Dibêjin tesîsên nukleerî yên Îranê îmha nebûne. Wê demê ewê careke din lêxin.
Îstixbarata Amerîkayê di rapora xwe ya ser bombebarankirina tesîsên nukleerî yên Îranê da gotiye tesîs bi temamî îmha nebûne, zirarên pir biçûk dîtine, temambûn belkî 3-4 mehan bi paş xistibe.

Medyaya Amerîkayê, ya dinyayê û pispor jî eynî tiştî dibêjin; tesîs îmha nebûne, hîn saxlem in.

Donald Trump gotibû wan tesîs ji kok da îmha kirin.
Lê li gorî texmînên pisporan û beyanên Îranê, tesîsên nukleerî di bombebaranan da zirareke mezin, cidî nedîtine.

Wê demê mesele hel nebûye, dibê careke din lêxin.
Çimkî sebebê şer hebûna wan tesîsan bû, heger tesîs xera nebûbin, Îran hîn jî kanibe programa xwe ya nukleerî bidomîne, wê demê problem çareser nebûye, ewê careke din li Îranê xin.

XXX

Rapora nirxandinê ya destpêkî ya îstixbarata Amerîkayê ragihand ku êrişên Amerîkayê şiyana bernameya nukleer a Îranê ji holê ranekiriye û tenê çend mehan bi paş xistiye.

Serokê Amerîkayê Doanld Trump ji roja êrişan ve radigihîne ku wan êrişan "bi temamî" bernameya nukleer a Îranê ji holê rakiriye.

XXX

Heta ji te tê ji pîreka xwe(ji xanima xwe) hez bike, lê sirê xwe ji dîya xwe ra bibêje. Çimkî tu kes nikane bi qasî diya te ji te hez bike, tu kes nikane bi qasî diya te sirê te veşêre.

Hezkirina dayikê, fedekariya dayikê bêsînor e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar