Tu dewlet ne ebedî ye, dema hin şert tên ba hev dewlet çêdibin, mezin dibin, demekê dijîn, dûra rojek tê belav dibin, dimrin.
Li dinyayê bi sedan dewlet, împaratoriyên mezin çêbûne, umrê hinekan dirêj
ajotiye, yên hinekan jî kin ajotiye. Lê yek jî ebedî nemaye, gişk belav bûne, gişk
mirine, tenê navên wan mane.
Tirkiye jî, Îran jî, Îraq û Sûriye jî wek dewletên berî xwe rojekê ewê belav
bibin, di dewsên wan da hin dewletên din ewê çêbibin; dewleta kurdan ewê çêbe.
Çend sal dereng, çend sal zû, wek Dewleta Osmanî ewê jî belav bibin, miletê kurd ewê azad bibe, Kurdistan ewê çêbibe.
Di viya da dibê kes nekeve dudiliyê. Şertên der û hundur û xebata me kane perçebûna van dewletan û avabûna Kurdistanê ya hinekî zû bike, ya jî hinekî dereng bixîne.
Îskenderê Mezin ji Balkanan bigire heta bi Hindistanê kir bindestê xwe, lê rojek hat împeratoriya wî bû navekî tarîxê.
Împaratoriya Romayê belkî 900 sal dom kir, rojake hat ew jî qediya.
Emewîyan nêzî 100 salî hukim kirin, lê qediyan.
Abbasî hatin, umrê wan jî 500 sal ajot. Ew jî belav bûn,
hinekên din hatin dewsa wan.
Endulus, Fatimî, Memlûk, Sefawî hemû bûn dewletên mezin, bi
salan li ser hukim man, gelek welat dagir kirin, lê rojake hat dawî li hemûyan
hat.
Împaratoriya Bîzansê 1belkî 100 salî dom kir, lê ew jî têk
çû. Osmanî hatin. Umrê Împeratotiya Osmanî 600 sal ajot, di Şerê Cîhanê yê Yekê
da ew jî perçeperçeyî bû, ji hev da ket, em kurd tenê bi hîle û xurdan û ji ber
bêtifaqiya me man bindest.
Monarşîya Rûs 200 sal ajot, lê rojek hat qediya. Komunîstan çar û malbata wî
giş kuştin û dîktatoriya proleteryayê îlan kirin, wê dîtatoriyê jî 70 hukim
kir, dûra ew jî qediya, bi dehan dewlet jê çêbûn.
Kesî bawer nedikir Sovyetê rojekê belav bibe, lê dema roja wê bû.
Li Ewrûpayê jî gelek dewletên mezin çêbûn, li çend parzemînên (qiteyên)cîhanê
welat dagir kirin, milet kirin bindest, lê roja umrê wan temam bû, miletên
bindest yek bi yek, giş rizgar bûn û dewletên xwe ava kirin.
Dibê em bêhêvî nebin, Kurdistana serbixwe ewê çêbibe. Demakê Seddam husên jî
xurt bû, lê rojek hat hakimekî kurd cezayê îdamê dayê.
Beşar Esad jî xurt bû, kesî bawer nedikir Sûriye têkeve vî halî û kurd welatê
xwe, Kurdistana Rojava rizagar bikin.
Surprîzên tarîxê pir in, belkî eynî tişt sibe li Îranê, li Tirkiyê jî
çêbibe. Em nizanin tarîxê kînga ewê wê surprîzê, wan şertan derxe pêş me. Belkî ew
roj pir ne dûr e, gelek îşaretên wê hene. Dibê em bi xebata xwe û bi tifaqa xwe ji bo wê rojê tim amade
bin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar