Evdila Ocalan di notên hevdîtina xwe ya di 1´ê gulanê da(2025-05-01) gotiye, Amerîka û Ewrûpa dixwazin ji kurdan ra dewletekê ava bikin, wî jî xwestiye rê li ber avabûna vê dewletê bigire.
Serokekî bi milyona kurd wek pêxember jê hez dikin, bi sedan kesî xwe ji bo wî şewitandin, xwe feda kirin, bêyî ku şerm bike li dijî dewleteke kurdan xebitiye, wiha gotiye:
”Îro li Başûr dewleteke kurd ava dibe. Li pişt wê Amerîka û
Ewrûpa heye. Îdeolojiya vê dewletê millîyetçîtî ye.
Ev millîyetçîtî(neteweperwerî) ewê li ciyê xwe nesekine. Ewê
ji Îranê, ji tirkan, ji ereban, ji viya û ji wiya hin tiştan bixwaze. E vê jî
qetlîaman bi xwe ra bîne. Vana ewê berbelav bibin. Wek sîyonîzmeke duduya
dewletbûna kurdên xulamok(noker, îşbirlikçî)mimkûn xuya dike.
Dewletbûna mîlîyetçî(nasyonalîst)ya kurd ewê li hemberî
Îranê û Tirkiyê were bikaranîn. Min xwest rê li ber vê bigirim.
Evdila Ocalan.
Ji notên hevdîtina 2025-05-01.”
Mêrik pir eşkere tam wek dilxwazekî tirkan peyivîye.
Bi sedhezaran, belkî jî bi milyonan kurd hîn jî vî mêrikî serokê xwe, rêberê
xwe dibînin û jê hêviyekê dikin.
Amerîka, Îsraîl dixwzin ji kurdan ra dewletekê ava bikin, serokê kurd jî li dij e, naxwaze miletê wî ji bindestiya tirkan xelas bibe. Sosireteke, rûreşieyeke ji viya mezintir nabe. Serokekî wiha gerek her kurd nahletê lê bîne.
Wek kurd meriv çawa kane ji merivekî li dijî azadî û serxwebûna miletê xwe be,
li dijî çêbûna dewleteke kurdan be hez bike aqilê min nagire.
Dewleta tirk û vî mêrikî bi milyona kurd kirne însanên bêhiş, bêaqil.
Xwedê aqil bide kurdên Evdila Ocalan hîn jî wek serokekî kurd dibînin.
XXX
Kurd, li tu beşekî Kurdistanê bi qasî kurdên Kurdistan Bakur
asîmîle, dejenere, pîs nebûne, ji qewmê xwe, ji nasnama xwe ya netewî dûr
neketine.
Bi xêra medyaya sosyal meriv dibîne tirkan bi milyonan kurd çawa gêj, bêhiş
kirine; çawa kirine dildarên neyarên xwe û dijminên qewmê xwe.
Bi tirkî nizane lê bûye tirkekî irqçî.
Ji dûr va derdê wan nayê kişandin, bi gudarîkirina wan, bi dîtina wan meriv ji
qahra kezebreşî dibe.
Xwedê bibe alîkarê kurdên di nava wan da dijîn.
Tirkan çawa kanîbûne hewqas însanî ji qewmîyeta wî derxîne, bêhiş, bêmeju bike
ez fahm nakim.
Tirkan tiştek di me da nehîştine, gelekên me kirine wek şekaleke deformebûyî,
wek papê leymûneke givaştî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar