28 juni 2025

Feydeya zewacê

Jinik diçe ba psîkolog, jê ra dibêje:

-Ez naxwazim bizewicim. Ez jineka bi tahsîl im, karê min heye, ne motajî kesî me, dixwazim azad û serbest bijîm. Hewcedariya min bi mêrekî tune ye. Lê malbata min zorê dide min, dixwaze ez bizewicim. Ez çi bikim, pêşniyara te çi ye?
psîkolog gotiye:

-Bêguman tu kanî nezewice. Tu kanî pir serketî bî, motajî kesî nebî.

Lê di jiyanê da carnan hin tiştên meriv ne li bende ye diqewimin. Carnan hin tişt ewê ne li gorî dilê te bin, hin tiştên ters herin. Hinê caran tu yê di karê xwe da bi ser nekevî. Pilan û programên tu çêkî ne rast bin, têk biçin. Tiştên tu pilan dikî û hêvî dikî giş şaş derkevin, yek jî neyê cî. Wê demê tu yê kê sûcdar bikî, tu yê têkevî gewriya kê, tu yê bi kê ra şer bikî?
Xanimê gotiye:
-Kesê ez sûcadar bikim tune ye, ezê xwe sûcdar bikim.
 Psikîyater gotiye:
-Na, di rewşeke wiha da yekî tu wî sûcdar bikî, pê ra pevçinî lazim e. Meriv nikane bi xwe ra pevçine. Yekî tu pê ra pevçine hebe baş e. Ji bo wê jî mêr jî lazim e, jin jî lazim e. Di dawiya jiyanê da zahmetiyên tenêtiyê pir in. Gurra malbata xwe bike.

Gelî keç û xortên azib, dîsa jî hûn zanin, bidin dû dilê xwe, bi aqilê xwe hereket bikin.
Erê psîkolog wiha gotiye, heger pêşniyara psîkolog nakeve serê we, heger bê dilê we ye nekin. 
Bi dinyê bişêrin, lê bi aqilê xwe bikin.

Ez bi xwe jî azibiyê tewsîyeyî kesî nakim, bi ya min jî meriv bizewice, zarok û neviyên meriv hebin ji tenêbûnê baştir e. Helbet gelşên zewacê û zarokan jî hene. Gul bêstirî nabe. Yê bixwaze gulê bîn bike dibê tehamulî striyên wê jî bike.

Meriv ji yekê/yekî hez bike baş e. Hezkirin jiyana meriv xweştir, dewlementir dike. Du kes bi hev ra li hemberî gelş û zahmetiyên dinyayê şirîkatiyekê dikin.
Zewac kane bibe bendereke(lîmanek), sitargeheke meriv lê bisitire. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar