28 juni 2025

Serokên PDK´ê û YNK´ê êdî qala avabûna hukûmetê nakin

Serokên PDK´ê û YNK´ê êdî qet qala vekirina meclîsê û avakirina hukûmetê nakin.
Berê carnan digotin di demeke nêz da emê mizgîneke xêrê bidin we, nuha dev ji wê demagojiyê jî berdane.

Rojnamevanek jî naçe ji wan napirse, çima hukûmetê çênakin, nêta wan çi ye?

Wer xuya dike dev ji avakirina hukûnetê berdane, herdu alî jî ji halê xwe, ji kursiyên xwe, ji talanên xwe memnûn in.

Hukûmet-mikûmet çênabe, Kurdistan li hev par kirine. Dinya jî xera bibe kursiyên xwe bernadin.

Baştir e vê parkirinê eşkere bikin. Bira Kurdistaneka Barzaniyan û yeka Talabanîyan hebe. Madem li hev nakin, çêtir e ji hev biqetin.
Bi baweriya min tu kes nikane bi hilbijartinê, bi rehetî hukûmetê ji malbata Barzanî û Talabanî bistîne.

Stendina ji zarokên Talabanî zor be jî, kane mimkûn be, lê ji malbata Barzanî ne mimkûn e. 

Mixalefeta çi xurt be jî, di hilbijartinê da bi ser kevin jî malbata Barzanî bêyî xwe ewê hukûmeta kesî qebûl nekin.
Tenê Amerîka kane wan bixîne, ew jî nakin. Nizanim çima?

 XXX

Cî û warê zaroktî û xortaniya min, Wêranşara xopan dîsa ji germa havînê dikele, dişewite.

Li Wêranşarê germîyanê 42 derce derbas kiriye, Riha 41 e, Amed 41 e. Mêrdîn hinekî honiktir e, 39 derece ye.

Dewletê di vê germîyanê da elektirîk ji ser milet qut kiriye. Her sal wiha dikin, ava me, elektirîka me nadin me.

bindestî wiha ye. Gava tu bindest bî, ne xwediyê walatê xwe bî dijminê wiha bike.

Dibê her kurd, kurdê herî bêxîret, qorîciyên dewletê jî êdî fêm bikin heta kurd nebin xwedî dewlet ewê tu carî rehet nekin, tirk ewê tim wiha pê li serên me kin.

Stockholm jî 16 derece ye.

Ez û xanim bîstek berê ji gerra xwe hatin, bi rê da geh bû baran, geh vekir.

Lê axirê zêde nebarî, çend reşêşik bû. Hezîran qediya me çend rojên xweş li pey hev nedît.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar