Li ser serokên, partiyên Kurdistana Başûr, Bakur û Rojava di tûrê kê da çi hebe vala kiriye, her kesî gotina xwe gotiye. Yanî gotina em bibêjin êdî nemaye. Tiştê maye meriv bibêje, ”şalê Xwedê çêke, xerabtir neke.”!
Ev jî anekdota, fiqreya li ser mesela şalê(înşela) Xwedê çêke, baş bike:
Berf bû, şilî û şepelî bû. Bi rê da kerê sofî ketibû heriyê.
Ji bo ku ker ji heriyê derxîne sofî pir li ber xwe da, lê heywan di bin bêr da xerab ketibû, hêz pê ra nemabû rabe ser xwe.Li der û dorê jî kes tune bû were hawara sofî.
Ji bêçaretiyê serê xwe bilind kir û her du destên xwe berbî asîmanan vegirt û bi dengekî bêhêvî got:
- Xwedêyo, weleh heger tu bixwazi tu kanî nuha vî kerî ji erdê rakî, berfa vî çiyayê hember jî hemû bi ka kî
û devê kerê min di nav kî.
Lê ez zanim tiştê te nekiriye tu nakî…
Ez zanim bi dua me çê nabe, serokên PDK´ê, YNK´ê, DEM´ê û yên Kurdistana Rojava li hev nakin, nayên ser xeteke netewî, lê dîsa jî emê bibêjin şalê Xwedê çêke, şalê halê me baştir bibe…
XXX
Serokê Ajansa Navneteweyîya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael
Grossî gotiye, ”dibe ku Îran kanibe di nava çend mehan da dest bi
dewlemendkirina uranyumê bike.”
Bi baweriya min jî texmîna wî rast e, heta belkî ji nuha da
kanibin jî.
Mele pînc in, Îblîs avê li destê wan dike. Miheqeq tedbîr
girtine, di êrîşa Amerîkayê da karê wan zirar nedîtiye.
Mele çêkirina bombeya atomê nadin rawestandin, dibê lêxin,
wan ji ser hukim da bixînin. Gerek ev rejîma faşîst, har hilweşe.
XXX
Îro ne roja meşê ye, bayekî pir heye. Em di ber bê çûn. Me
gerra xwe kin birrî.
Xanim westîyayî û bêxew e. Em çer hatin çû ket nav nivîna.
Ev meh tim wiha bû, ba qet kêm nebû. 20 derece germ e, lê ji
ber bayê kurr meriv diqefile. Baş bû min montekî tenik li xwe kiribû.
Amed, Riha, Mêrdîn ji germa dişewite. Heta li Îspanyayê jî îro germîyan di ser 40 dereceyê ra bû. Dibêjin germa Afrîkayê berê xwe daye Îspanyayê, Fransayê, germîyan belkî derkeve 45.50 dereceyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar