29 juni 2025

Li ser mesaja Evdila Ocalan ji Konferansa Şêx Seîd ra şandiye

Li ser 100 salîya îdama Şêx Seîd û 47 hevalên wî li Brukselê konferansek çêbû. Evdila Ocalan mesajeka bi tirkî şandiye ji konferansê ra. Di mesja xwe da pesnê Serîhildana Şêx Seîd daye, gotiye, "Serîhildaneka bi heq bû, sekneka li hemberî înkarê bû, ew jî dewama wê Serîhildanê ne." Wî ”Serîhildana Şêx Seîd ji xwe ra kir bingeh.”

Ez bawer nakim Evdila Ocalan ji Konferansa Şêx Seîd ra nivîseke wiha bişîne. Evdila Ocalan di jiyana xwe da tu carî Serîhildana Şêx Seîd bibîr neaniye. Belovacî wê tim rexne kiriye, biçûk dîtiye.

Evdila li ser Şêx Seîd tiştekî wiha nanivîsîne. Bi baweriya min ya nivîseke MÎT´a tirk e, li ser navê wî belav kirin, ya jî dewletê tiştekî wiha pê da nivîsandin.

Çimkî li hemberî nivîsa Evdila Ocalan ya şandibû ji Kongra PKK´ê ya 12 ra di nava kurdan da reaksîyoneke mezin çêbû.

Hin gotinên Evdila Ocalan di nivîsê da li ser kurdan, li ser zimanê kurdî û serokên kurdan gotibûn pir giran bûn, kurdan, partiyan pir rexne kirin.
PKK´ê jî ew gotin û teşbîhên Ocalan neparast.

Bi vê mesaja ji Konferansa Şêx Seîd ra dixwazin vê şaşiya Evdila Ocalan tahmîr bikin.
Dewlet dixwaze bi vê nivîsa sexte îtîbara wî zêde bike. Çimkî dewleta naxwaze Evdila Ocalan nuha di nava kurdan da bêîtîbar û zeîf bibe, gotina wî pere neke.
Xurtmayina Evdila Ocalan nuha ji dewletê ra baş e, lazim e. Ji bo wê jî naxwazin bêîtîbar bibe.
Evdila Ocalanê mehek berê miletê kurd, serokên kurdan, Şêx Seîd, Seyid Riza, zimanê kurdî wek ”ifareya medenîyetên din, civata kurd wek sergo”* tarîf kiribe, piştî mehekê vê nivîsê nanivîsîne.
Evdila Ocalan di jiyana xwe da li ser Şêx Seîd tu carî tiştekî pozîtîf negotiye, tu carî ew bibîr neaniye. Ji bo wê jî ez bawer nakim ev nivîs ya wî be. Ev îşê dewletê ye.

XXX

Di 100 saliya şehadeta wan da hemûyan bi hurmet bibîr tînim !

Emê hovîtiya, qetlîama 29´ê hezîrana 1925´a tu carî ji bîr nekin.

100 sal berê, di 29 hezîrana 1925´a da Şêx Seîdê gorbihuşt û 47 hevalên wî li Diyarbekrê hatin îdamkirin. Ev qetlîameke mezin bû. Îdamkirina 48 kesan sûcekî li hemberî mirovahiyê bû, jenosîd bû.

Ez Şêx Seîd û hemû havlên wî yên ji alî dewleta tirk a faşîst ve bi hovane hatin îdamkirin û hemû canfîdayên kurd û Kurdistanê bi hurmeteke mezin bibîr tînim. Hemû canfîdayên azadiya kurdan û Kurdistanê ewê her tim di dilê me da bijîn, em wan tu carî ji bîr nakin…

XXX

Evdila Ocalan di nivîsa xwe ya şandibû kongreya PKK´ê ya 12´a da(5-7 gulan 2025)gotibû:

*”Kurd, ifareya(bermayiya) medenîyetên, terîqetên ji Dêrsimê, ji Bîngolê, ji Zagrosan in. Komeka civatên prîmîtîv in, hûrikên terîqeta ne.

Qebîleyên jihevdeketî,kurdî zimanekî bêkêr e(bêfonksîyon e), Şerên malbatî, eşîrî, şiklekî sergo ye. Civateke sergo, goristan.

50 sal e me bi PKK´ê ra ev hîn çareser nekir.

(Serxwebûn, Gulan 2025)”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar