30 juni 2025

Kurro kurro kunduro

Ka vêsê jî ez bi sitraneke zarokan a gelkî xweş ji w era bibêjim roj baş, siba we bi xêr.
Berê dayikên me, pîrikên me zarok bi van sitranên xweş mezin dikirin, sitranên wiha ji wan ra dilorandin.

Him kêfa zarokan dihat, gelkî şad dibûn, him jî zimanê xwe fêr dibûn; heyvanê kurdayetiyê, ruhê kurdayetiyê digirtin.

Di demeke kin da dem û dewran guherî, li bajaran zimanê kurdan piranî bû tirkî, êdî dayik û pîrik zarokên xwe bi van sitran û dûlikên xweş, bi çîrokên zarokan mezin nakin.

Zimanê piraniya kurdan li bajaran bûye tirkî. Dinya dijîtal jî êdî bûye beşekî jiyana zarok û ciwanan, çavên wan wer di telefona destan da ne.

Zarok bi fîlm, çîrok û lîstikên dijîtal mezin dibin, ew jî bi tirkî ne, guhdarîkirina sitraneke kurdî tu carî nabe nesîbê zarokên nuha. Dayik û pîrikên wan sitranên kurdî bi wan ra nalîzin. 

Here were telefona dest e, çavên zarokan rojê 5-6 setan wer di telefonê da ye.

Li hin gundan belkî kultura gotina sitranên kurdî mabe, lê tirkî û dinya dijîtal ketiye gundan jî, wek destêr wan jî hêdî hêdî dihêre.

Dayik û pîrikên gundî jî êdî wek berê zarokên xwe bi sitranên kurdî mezin nakin, ew adet, ew kultur nemaye.

Hin kes bi çêkirina fîlmên kurdî hewil didin lîstikên kurdî, sitranên kurdî, çîrokên kurdî fêrî zarokan bikin, karê wan pir hêja ye, lê têrê nake. 

Çimkî zarokên bajaran bi piranî bi kurdî nnizanin, zimanê malê bûye tirkî. Lema tesîra wan programan ne zêde ye.
Sitranên hûn zanin lê zêde bikin.

Kurro kurro kunduro
Kurro kurro kunduro
Diya te savar çêkiro
Diya te savar çêkiro

Rûn tunebû av lêkiro
Bi ser serê te da kiro
Rûn tunebû av lêkiro
Bi ser serê te da kiro
Sawarê dixum sor dibim
Naçime ber golika
Tirsim golik bimirin
Herim ber holika

Vîdeoya "wê da tê ye hele hût"!

Ev jî vîdeoyeke din 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar