Tirkên îslamîst do bi şev li Stenbolê bi hinceta protestokirina karîkatorekî kovara mîzahî Lemanê, bûyerên 6-7´ê îlona 1955´a dubare kirin.
70 sal berê, di 6-7´ê îlona 1955´a da dewletê derewek belav kir, gotin
"bombe avêtine mala Ataturk a li Selanîkê.”
Dûra jî li Stenbolê û li hin bajarên din ên Tirkiyê(Îzmêrê,
Anqerê) bi rengekî organîze êrîşî mal, kargeh, dibistan û îbadetxaneyên yûnan,
ermenîyan, cihûyan kirin, gelek der talan kirin, şewitandin.
Herî kêm 15 kes kuştin û bi sedan kes jî birîndar kirin.
Piştî bûyerên 6-7´ê îlonê bi hezaran yûnan ji Tirkiyê revîyan Yûnanîstanê. Tirkan dest danîn ser mal û avahiyên wan.
Do bi şev dîsa êrîşeke wek ya 6-7ê îlona 1955´a dubare kirin. Bi sedan kes wek keriyên gurên har, bi şîara ”Alah û ekber, tekbîr, tekbîr” êrîşî avahiya kovara Lemanê kirin, bi keviran camên wê şikandin.
Li ber
avahiya Lemanê, li be çavên pûlisan nutqên dûr û dirêj xwendin, mirana kesên
karîkator çêkirine xwestin. Gef li însanên ne ji xwe xwarin.
Xwedêgiravî kovara Lemanê bi karîkatorekî heqaret li Hz. Mihemed hatiye kirin.
Karîkator li ser şerê Îsraîl û Hamasê ye. Hz. Mihemed dibêje, ”Selamun eleykum,
ez Mihemed” û fuzeyan davêje ji Îsraîl da, Hz.Mûsa jî dibêje, ”Aleyhem Selam,
Ez Mûsa”, ew jî fuzeyan davêje ji filistîniyan da.
Di karîkator da tu heqaret tuneye, qest îstîsmara dîn e, îstîsmara dîn bi
rengekî metaforîk hatiye taswîrkirin.
Êrîşên 6-7´ê îlona 1955´a li dijî yûnan, li dijî miletên ne misilman,
xiristîyan bû, ya şevê çûnî li dijî mixalifên hukûmetê, li dijî kesên çep xuya
dike.
Êrîş bi tahrîk û teşwîqa hukûmetê bû. Beyanên wezîrê karên hundur Alî Yerlîkaya
û wezîrê edaletê Yilmaz Tunç tahrîk û teşwîq bû, mesaja êrîşê bû. Ji bo wê jî
pûlis destûr da êrîş bibe, axaftin werin kirin.
Dewleta tirk êrîşên wiha gelek caran organîze kiriye, sicîla Tirkiyê û tirkan
ya di vî warî da pir xerab e.
Li Tirkiyê bêyî tirkên pantirkîst, îslamî, faşîst
jiyana her miletî, her kesî di talûkê da ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar