01 juli 2025

Havîna îsal zêde germ e

Germa Afrîkayê xwe gîhand Stockholmê jî. Stockholm 26 derece germ e xanim debar nake. 

Ev çend roj in Ewrûpa Başûr jî dikele. Li welêt, Amed, Riha, Mêrdîn jî nuha 40-50 derece germ e, Xwedê alîkarê wan be. Nuha dibê meriv li zozanên Culemêrgê, li Wanê be.

Yê min germ ne xema min e. Ez ji germê ra jî, ji sermê ra jî xurt im. Zêde li ber rojê nemînim, pir nemeşim xwîdan nadim.

Îro em hîn neçûne gerra xwe, me hîştiye danê êvarî. Xanim neyê jî bîstek din ezê herim. Ji ber ku min ji xwe ra kiriye adet, roja bîstekê nemeşim sebra min nayê.

XXX

Serokê belediya Îzmîrê yê berê Tunc Soyar û serokê CHP´ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglu jî di nav da 120 kes girtine.

Ez fêm nakim çima wiha piço piço digrin, çêtir e CHP´ê û partiyên din gişan bigrin, bira wek Çînê partiyek tenê, AKP tenê bimîne.

Mêrik bi rastî jî dîktatorekî di ser pozê xwe ra ye, pir cesûr e, tirkan baş nas dike, zane ewê deng nekin. Lema wan wek keryê pez dajo êxur.

XXX

Berê li dahîreyan, li odayên serokên beledîyan bidardekirina ala tirk û rismê Ataturk mecbûrî bû.

Nuha ez dibînim rismê Erdogan jî li kêlek rismê Ataturk tê bidardekirin.

Bidardekirina rismê Erdogan jî wek yê Ataturk êdî bûye mecbûrîyetek; dibê yek li rast be, yek li çep be.

Gava rismên herduyan li pişt kurdên bindest daliqandî dibînim pir pê diêşim. Xwedê zulmeke wiha neyne serê tu kurdî. Bindestî zor e, êsîrî ye.

XXX

Her kes li gorî zanîna xwe qedir dide însên, jê hez dike ya jî jê hez nake, jê nefret dike.

Her kes li gorî zanîna xwe gelşên siyasî, îdeolojîk, felsefî ji hev digerîne, diparêze ya jî rexne dike.

Her kes li gorî zanîna xwe ya di cepheya başan da ye, ya jî di cepheya xeraban da ye.

Hin însan çiqasî xerab bin, pîs bin, heta hevalên dijmin bin dîsa jî hin heval û dostên wan hene.

Xerab jî û hevalên wan jî ewê tim hebin, em çi bikin jî naqedin. Lê meriv kane xeraban, pîsan, hevalbendên neyar kêm bike. Ev jî bi xebata siyasî, edebî, entellektuelî dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar