02 juli 2025

Bi Zal Mazî ra gilî û gazinên li ser asîmîlasyona kurdan

Çend roj berê min li ser asîmîlasyona kurdên Kurdistana Bakur nivîsek kin nivîsî. Nivîs hat ecibandin. Di malpera min a X´ê da li ser asîmîlasyonê û xemsariya siyasetmedaran di nabêna min û Zal Mazî da sohbetek xweş çêbû.

Min got, ”Bi aweriya min miesesa siyasetê ji dewletê bêtir tirkî kir devê kurdan, xist malên kurdan; ji dewletê bêtir kurd asîmîle kir.”
Siyasetmedaran siyaset bi zimanê kurdî nekirin, bi tirkî kirin, kurd hewisandin tirkî.

Kurdên bi kurdî(kurmancî, zazakî)nizanîbûn bûn serokên. Hetta tirk bûn serokên kurdan, kurd mecbûrî fêrbûna tirkî kirin. Ev yek jî normal hat dîtin, kesî îtîraz nekir.
PKK ne tenê kurdî nekir zimanê gerîlla, kurdên ji beşên din jî fêrî tirkî kir. Ciwanên ji beşên Kurdistanê ên din ên bûn gerîlayên PKK´ê, hatin asîmîlekirin, giş fêrî tirkî kirin. Çimkî tirk serokên PKK´ê bûn, çimkî serokên kurd jî bi kurdî nedipeyivîn.
Ji ber vê jî di asîmîlekirina kurdan da sûcê siyasetmedaran ji yê dewletê mestir e, ne hindiktir e.
Ez wê nivîsa xwe û sohbeta min û Zal Mazî li jêr parve dikim.

Zinarê Xamo:Kurd, li tu beşekî Kurdistanê bi qasî kurdên Kurdistan Bakur asîmîle,dejenere, pîs nebûne,ji qewmê xwe, ji nasnama xwe ya netewî dûr neketine. Bi xêra medyaya sosyal meriv dibîne tirkan bi milyonan kurd çawa gêj, bêhiş kirine;çawa kirine dildarên neyarên xwe û dijminên qewmê xwe

Bi tirkî nizane lê bûye tirkekî irqçî. Ji dûr va derdê wan nayê kişandin, bi gudarîkirina wan, bi dîtina wan meriv ji qahra kezebreşî dibe. Xwedê bibe alîkarê kurdên di nava wan da dijîn.

Tirkan çawa kanîbûne hewqas însanî ji qewmîyeta wî derxîne, bêhiş, bêmeju bike ez fahm nakim. Tirkan tiştek di me da nehîştine, gelekên me kirine wek şekaleke deformebûyî, wek papê leymûneke givaştî.

Zal Mazî: Devê mirov nagere ku bibêje lê rewş bêhed wexîm e. Kurdperwerên NEbîrewer di mala xwe de gurgên har xwedan dikin. Zarokên ji kurdî û kurdbûnê şûştî, laqeyd, bêeleqe û meyldarên neyarên xwe... Û ev ne kurdoşk in ha, ev zaroyên kurdperweran in, zaroyên mexdûr û qurbanîyan in!..

Zinarê Xamo: Rast e, piranî wer bûne. Kesên, ciwanên kurdî nizanibin xwe nêzî civata kurd, kurdan nakin, nabin hevalên wan. Çimkî bi zimanê wan nizanin. Mesela ez xwe di nav însanên kurdî nizanin, tirkî dipeyivin da rehet his nakim, naxwazim di nav da bimînim. Hevaltiyê jî bi wan ra nakim.

Zal Mazî: Şiûra miletê me ya neteweyî jixwe qels bû. Mixabin mieseseya siyasetê jî wecîbeyên xwe bi dirustî bi cih neanîn. Ev nifşê nû bi lezeka ecêb vediguhere "dijminê xwe". Jixwe ya ku mirov pê dikeribe jî ev e.

Zinarê Xamo: Bi aweriya min miesesa siyasetê ji dewletê bêtir tirkî kir devê kurdan, xist malên kurdan; ji dewletê bêtir kurd asîmîle kir. Hîn jî dev ji vî karê xwe yê malwêran bernedane. Li tu beşekî Kurdistanê yê din siyasetmedaran bi qasî yên me kurd nehelandin.

 Zal mazî: Ew erbabê vî karî ne. Wan piranîya kurdan kire manqurt. Îxtisasa wan ev e. Mixabin tedbîr li dera ha, kes -bi taybetî kesên berpirs- di vî warî de hişyarîyekê jî nade.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar