Îro em çend heval mîvanên hevalê me yê ezîz Mahmûd Lewendî û Muzeyen xanimê bûn. Bi xizmet û sohbet awan em îhya bûn.
Hevalê me yê hêja Dundar Kurt, çend roj in hatiye serdana birayê xwe Erdal
Kurdman Kurt.
Me biryara da em li aşxaneya Terassen hevdu bibînin. Ez û xanim, Dundar
Kurt û birayê xwe Erdal, Vîldan Tanrikulu û xanima xwe Şukran xanim li bajarê Nynashamnê, li aşxaneya hevalên me hatin ba hev.
Hewa ne germ bû, lê zêde ne sar bû jî. Heta danê êvarê em li der rûniştin.
Muzeyen xanimê xwarineke tam li gorî dilê her kesî da me. Me xwar, vexwar, têra xwe jî sohbet kir. Ji zûda bû me sohbeteke wiha germ û xweş nekiribû.
Sipas ji bo mazûbaniya Muzeyen xanimê û hevalê me yê zarşîrên Mahmûd Lewendî. Bi xêra wan em çend heval hatin ba hev, me bîstekê sohbet kir.
Mala Mahmûd Lewendî û Muzeyen xanimê we ava be, Xwedê yekê wan bi hezar ke, tifaqa wan û hezkirina tu carî kêm nebe.
Dibê ez spasî Şukran xanimê û Vîldan jî bikim, wan jî em sax, silamet anîn danîn malika me. Şufêriya Şukran xanimê mikemel e, dîkresîyona wê xurt e. Vîldan kêf kiriye, şufêra wî tim pê ra ye, bêtirs vedixwe û dihere li ereba xwe siwar dibe.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar