Do min û xanimê bi trênê rêwîtiyeke hinekî dirêj kir, li dora du seet û nîvê ajot.
Danê êvarê bû, însan ji kar vedigerîyan malên xwe. Cî tunebû em herdu rûnin.
Min cîyek dît. Min ji xanimê ra got, were rûne, got na tu rûne, israra min
qebûl nekir ez rûniştim.
Xortê li kêleka min rabû, ciyê xwe da xanimê. Nezaketên
wiha carna çêdibe, hin însan cî didin kal û pîran. Min sipasî xort kir. Cî ji me herduyan ra çêbû.
20-30 sal berê eksê wê bû, hema hema di destê her kesî da ya rojnameyek, ya jî kitêbeke hebû. Ew dewran zû bû tarîx, nuha serdema telefonê ye, biçûk, mezin, kal, pîr di rêwîtiya metroyê, trênê û otobozê da di destê her kesî da telefon heye, ya tiştekî dixwîne ya jî lîstikekê dilîze, li tiştekî dinêre.
Berê dinya hewqas zû nediguherî, giran, giran diguherî, di 20-30 salê dawî da pir bi lez, bi suret guherî, meriv pê ra nagihîne, nikane fêr bibe.
XXX
Li Stockholmê ximîna baranê ye, bi zirp dibare. Dengê xuşîn û ximîna wê pir xweş tê hundur.
Qare qara meteorologan bû digotin barana nabare, ava bîran kêm bûye, avê hindik bi kar bînin. Wa ye xweş dibare, erdê kêf bike. Heta sêşemiyê ewê dom bike.
Qare qara meteorologan bû digotin barana nabare, ava bîran kêm bûye, avê hindik bi kar bînin. Wa ye xweş dibare, erdê kêf bike. Heta sêşemiyê ewê dom bike.
XXX
Li Stockholmê û li hin herêmên Swêd bayekî pir heye, gelek dar ketine, rêhatine girtin.
Li Stockholmê, li Vasaparkenê dar bi ser jinekê da ketiye, jinik giran birîndar e.
Pûlis dibêje ji ber ketina daran rê hatine girtin, ji trafîkê ra û metroyê ra bûye problem.
XXX
Go ê xelkê ji dûr tê, ê min ji ber qulpa tûr tê. Dijmin ne
bes e, hin kurd jî bi milet ketine, dixwazin kurdan ji dijmin ra bavêjin erdê,
bindestiya tirkan bi wan şîrîn bikin. Ji min keto, bi min keto.
Lê kevirê lol be wê here li ciyê rast bisekine, çi baş e, çi xerab e însan dibînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar