04 juli 2025

Lawik dizekî jîr bûye

Kalekî cotkar ji lawê xwe yê girtî ra nameyek şand. Di nama xwe da ji lawê xwe ra got:

-Lawê min, îsal ezê nikanibim patata biçînim. Ez nikanim erd bi tena serê xwe bajom. Ez kal bûme, ew hêz êdî di min da nemaye. Heger tu ne girtî bûya, tu li vir bûya, te yê alîkariya min bikira, minê patatê xwe biçanda. Îsal ezê bê patat bimînim.
Lawê wî jê ra nameyekê dinivîsîne, dibêje:

-Bavo, nebî, nebî tu erd najo. Perê min dizîye min giş li wir veşartiye. Erd najo heta ez têm berdan. Tişt nabe, îsal tiştekî neçîne.
Qerdiyan nameyê didin pûlisan.
Roja din pûlis digrin ser mala cotkêr, ji bo ku perê diziyê bibînin radihîjin tevr û bêrê, dest bi kolana erd dikin. Her dera erd dikolin, erd dikin serad, lê tu pere mereyî nabînin.
Çend roj derbas dibe, lawikê girtî nameyeke din ji bavê xwe ra dinivîsîne, dibêje:
-Bavo, ez bawer dikim erdê te baş hat kolan, êdî tu kanî patatên xwe biçînî. Ji vir ancax min kanîbû ev alîkarî bi te ra bikira. Hêvî dikim tu memnûn bûbe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar