04 juli 2025

Keçik û xortê sebzefiroş pir kêfxweş bûn

Dolaba me ji sebze û mêwe vala bûbû. Do em çûn ser sebzefiroşê taxa me. Ji me ra zebze, mêwe çi lazim bû, me hewcedariyên xwe giş kirî. Xanim li pêş min di dorê da bû, wê pere da, me rahîşt tiştên xwe û me berê xwe da malika xwe.

Li malê min dît xanimê meqbûz daye ser masa kêleka xwe. Meqbûz qerçimîye, pîs bûye. Min bala xwe da meqbûzê. Min dît xanimê heqê pakêta hêkan ji me negirtiye.

Min got xanim, keçikê heqê pakêta hêkan ji te negirtiye.

Got wele ez jî nuha lê ketim şikê, min meqbûz avêtibû, lema min çû ji sepeta tozê derxist, ji bo ku baş lê binêrim.

Min got, keçika kasê 69 kron(7 dolar)heqê hêkan negirtiye, emê sibe herin bidinê.

Îro em çûn, min got, xanim, te do eqê hêkan ji me negirt, ez dixwazim bidim.

Keçikê bala xwe da meqbûzê, erê, hêk tuneye. Bi hawakî matmayî bala xwe da min, bişirî. Ban xortê qasa din kir, mesele jê ra got. Xort bi rûkenî got, ”gelek sipas”!

Min ji keçikê ra got tu bi kurdî zanî, got na ez bi erebî zanim. Xort jî bi kurdî baş nizanîbû, nizanim çi milet bû, lê zanîbû bi rûkenî bibêje ”sipas”!
Fêm kirin em kur din. Jixwe min jî dixwest bizanibin em kurd in, em ne ereb, ya jî tirk in.

Dezgeh ya yekî kurd e, lê karkirinên wî ji her miletî hene.

Min 69 kronê wan dayê û em çûn hermê Farsta, banka SEB´ê.
Me ji bo mehekê hinek pere deyn kiriye. Emê perê xaniyê xwe di 1´ê îlonê da bigrin, lê perê xaniyê me kiriye dibê em di 1´ê tebaxê (axustosê) da bidin. 

Heta em perê xaniyê xwe digrin mej i bo mehekê ji bankê hinek pere deyn kir. Me îro ew peymana deyn îmze kir.

Nuha mesele temam e, me xaniyê xwe firotiye û xaniyekî nuh kiriye. Her tişt temam e, em li bende roja barkirinê ne; ew jî 4´ê tebaxê(axustosê) ye.
Xaniyê xwe yê nuha jî emê di 1´ê îlonê da teslîmî malikê bikin, perê xwe bigrin û deynê bankê bidin. Malbeta xaniyê me kiriye kurdên Konyayê ne. 

Xwedê kir ne ereb, tirk û hinekên din in, kurd in. Ez ditirsiyam yekî ereb ya jî tirk bikire. Ewê bi min pir ne xweş bihata. 

Baş bû malbateke kurd kirî. Emê gelek tiştan belaş bidin wan.
Piştî em çûn warê xwe yê nuh emê hêdî, hêdî, gav bi gav herêmê nas bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar