05 juli 2025

Her tiştê tu şaş dibînî tavilê rexne meke

Çend pêşniyarên meriv kane jê fêdê û dersê bigire. Lê helbet kes ne mecbûr e wan rast bibîne, qebûl bike. Bixwînin, ya ewê têkeve serê we ya nekeve serê we.
Em her roj gelek tiştên berradayî, tiştên meriv pê diqehere dixwînin. Wek aforîzmayên kin in, ne dirêj in. Meriv dide fikirandin. Lê dîsa jî hûn bi kêfa xwe ne.

1-Ji însanan ra her tiştî mebêje. Rojekê kane zirarê bide te.

2-Hevalên xwe baqil, pir bi dîqet hilbijêre, bi kesên xerab ra hevaltiyê meke.

3-Çiyê te heye qîmeta wî bizanibe. Bolviriyê meke. 

4-Karê xwe tim baş bike, neke karê suxre. 

5-Ne kesên din, xwe kontrol bike, bi xwe kanibe.

6-Her kes ne mecbûr e ji te hez bike, viya bizanibe.

7-Derewa meke, derew meriv bêîtîbar, bêşexsîyet dike.

8-Xwediyê soza xwe be, kesî mexapîne.

9-Ji hevalê xwe deyn meke, te kir di wextê da bide.

10-Her tiştê te şaş dît rexne meke, belkî yê şaş tu bî. Berî tu rexne bikî baş biwezinîne, baş rake û deyne.

11-Zû hêrs mebe, bînfire be.

12-Ne tembel be, bira tirk mijûliyeke te hebe. Di xebetê da bi îstîkrar be. Serketin di xebatê da, di îstîkrarê da ye.

XXX

Tiştê însan jê ra dibêjin qeder û pê xwe teselî dikin, di asasê xwe da netîceya birrek şaşî û ehmeqiyên însên e.

Lê însan hin navên din lê dikin, ge dibêjin qeder, ge dibêjin bêşansî.

Sebebê halê me yê xerab, perîşan ne qeder e, ne jî bêşansiya me ye; ji me da ye, sûcê me ye. Ne hewece ye ez wan yeko, yeko li dû hev rêz bikim.

XXX

Rûviyê zexel bi her du nigan dikeve dahfikê. Meleyên Îranê ji rûviyê zexel jî zexeltir û konetir in. Lê dîsa jî bi herdu nigan ketin dahfikê.

Dixwazin bibêjin Xwedê bela wan dayê, dixwazin bibêjin Îsraîl û Amerîkayê bela wan dayê, ferq nake.

Ya muhîm bela xwe dîtin. Lê hîn ne bi temamî ye, dibê dinya ji van zebanîyan xelas be. Ez bawer dikim ewê jî bibe. Hêdî, hêdî. Naxwazin ecele bikin, bîna Îsraîl û Amerîkayê fire ye. Dahfikek baştir hazir dikin.

XXX

Pûlisên tirk vê sibê serokên belediyên CHP´ê yên Antalyayê, Edenê û Semsûrê jî girtine. Rojê çend heban digrin. Wer xuya dike ewê belediyan gişan ji CHP´ê bigrin.

Nizanim Reîsê Tirkiyê çima wiha piço piço dike, beledîyên CHP´ê û DEM´ê gişan bi carê da bigrin rehettir e.

Tirkiye û Kurdistan bi her tiştê xwe, bi her dezgeha xwe bûye malê Erdogan û Bahçelî. Dilê wan çawa bixwaze ewê wer îdare bikin.

Û jixwe mêrikan wer jî dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar