Kurdperwerê hêja, birayê minê ezîz, abûqat Kadir Kutewî şiîra Arjen Arî (EFENDÎNO) xweş dixwîne, dilê meriv rehet dike. Min xwest hûn jî lê guhdarî bikin.Efendîno, şiîreke muhteşm e.
Di van rojên krîtîk da meriv tim bi bîra mahcir û dagirkerên welatê xwe xîne,
bibêje hûnê rojekê ji vî welatî biteqizin, ji welatê me herin, ew roj hêdî hêdî
nêz dibe.
Bi dengê Kadir Kutewî ra şiîrê jî pêşkêşî we dikim. Him şiîrê bixwînin, him jî
ji dengê Kadir Kutewî lê gudarî bikin.
Efendîno
rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe, postalên xwe û şiwqeyên xwe
çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:
tenq, top, tiveng, teyare…
û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh
û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh
û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :
hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî
û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî
û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî
tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…
hûnê biçin
hûnê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin
hûnê biniçniçin û hûnê biçin!
biçin: berî kuç û kevir di we werbin
biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we
û hêj ku agir vêneketiye ji agir:
hima niha, vê kêlîkê, ji vir
rahijin teşkên xwe
û biqeşitin ji vir, efendîno!
hûnê biçin efendîno, hûnê biçin
berî ku hûn bişeqitin se se
hima rahijin teşkên xwe
///Arjen Arî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar