Pîrê fedî dikir têkeve govendê, gava ket govendê kêfa wê pir jê ra hat, tahmê da boçikê, govend neterikand, nexwest ji govendê derkeve.
Îsraîl bawer nedikir ewê bikaribe derbeke hewqasî mezin li meleyên Îranê xîne û
jê ra bimîne, piştî lêxist tahmijî, êdî naxwaze bela xwe jê veke.
Carnan ji meriv ra lê tê, kabê meriv mîr tê. Ji Îsraîl ra lê hat, dibê vê fersendê ji dest nede.
Meleyên faşîst ki Îsraîl sîleyek bi tîn xwarin, sewisîn, hejiyan, gêj bûn, lê neketin. Madem dest pê kirine dibê karê xwe nîvçe nehêlin, vê rejîma xwînrêj bixînin.
Heger nexînin, meleyên faşîst miheqeq ewê bombeya atomî çêkin.
Wa ye Amerîkayê jî xwe tevî şer kiriye, dibê dev meleyan bernedin, nehêlin werin ser hişê xwe û careke din xurt bibin.
Jixwe wa ye eşkere dibêjin em dev ji programa xwe bernadin û kontrola tesîsên xwe ji alî Organa Navnetewîya Enerjiya Atomî(IAEA)êdî qebûl nakin.
Wê çaxê gelş çareser nebûye, mafê Amerîka û Îsraîl heye careke din lêxin. Çimkî sebebê şer qebûlnekirina kontrolê bû.
XXX
Berdevkê Pasdarên Îranê Elî Mihemed Naînî, fortek bi zirt
daye xwe, gotiye heger Îsraîl careke din êrîşî me bike, ewê tu xeteke sor a
Îranê tunebe.
Serokerkanê orduya Îranê Ebdulrehîm Mûsewî jî do eynî fort
da xwe, wî jî gef li Îsraîl xwar, got, ”heger Îsraîl careka din êrîşî Îranê
bike Amerîka jî ewê nikanibe Netanyahu xelas bike.”
Wer xuya dike xebera êrîşeke din bi ber guhê wan ketiye,
îhtîmala Îsraîl careke din lêxe heye.
Lema ji tirsa ruhê xwe halanan di xwe hildidin, dibêjin emê
koka Îsraîl biqelînin, qirra wan bînin.
Meleyên devbixwîn baş fêm kirine dawiya dîktatoriya wan nêzîk e, bi fortên wiha dixwazin umrê rejîma xwe çend salên din jî dirêj bikin. Hêvî dikim Amerîka û Îsraîl nehêlin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar