Neviyê me yê biçûk Oliver Aras îro hatibû serdana kalik û pîrika xwe. Bi hatina xwe wek her car, dîsa mala me şên kir, em têr kenandin. Lê em hinekî jî westandin.
Du hefteye nexweş bû, çavê wî kul bûbû, me hevdu nedîtibû. Nuha baş bûye, wek berê dîsa rehet nasekinî, li hundur çerx bû, dixwest her derê saxî û teftîş bike.
Tiştekî ecêb e, bi lîstokan nalîze, piştî çend saniyan davêje û dixwaze li hundur malê çerx be, dolaban, qulik pacan kontrol bike; li dexîlan binêre.
Me jê ra qamyonek lîstok kiriye, pê nalîze, kêfa wî ji lîstokan ra nayê.
Îro lîstoka wî telefon bû. Telefona min û a pîrika wî ji dest neket. Texlîta me dikir, telefon dida ber guhê xwe û fena ku bi hinekan ra dipeyive dikir.
Carnan pê li bişkokekê diki, deng ji telefonê dhat, ekrana telefonê ronî dibû, vediciniqî.
Me îro bi çend roj derengî rojbûna, 32 saliya bavê Aras, Rojen pîroz kir. Rojbûna wî roja duşembiyê bû(30/6)kar dikir, nikanîbû bihata. Lema me îro li malê pîroz kir.








Inga kommentarer:
Skicka en kommentar