Her çar perçên Kurdistanê û çarhawêlî me bûye warê kul û derdan, warê şer û cengê, warê koçberiya ciwanan, warê xeberên xemgîniyê.
Di malperên
xeberan(nûçeyan)da, di medyaya sosyal da tu li kîjan xeberê, li kîjan
parvekirinê dinêrî tu pê xemgîn û bêhêvî dibî.
Seranserê Kurdistanê, Îranê, Tirkiyê, Îraqê, Sûriyê herb e, zulm e, teşxele ye,
birçîbûn e, hejarî ye, rev û koçberiya ji Kurdistanê, ji ber zulmê, ji ber bêkariyê û birçîbûnê ye.
Bixwendina van xeberan meriv bedbîn û bêhêvî, xeyalşikestî dibe.
Ciwan ji Kurdistana Başûr qefle bi qefle didin ser riya koçberiya Ewrûpayê, dibêjin ya emê bi rê da bimrin ya jî emê xwe bigihînin Ewrûpayê û ji vî halê perîşan xelas bibin.
Ne mimkûn e kezeba meriv neşewite, psîkolojiya meriv serobinî hev nebe, jiyan li meriv nebe jahr û zindan.
Ne yek e, ne dudu ye, çar heb in, her çar jî gurên ji hev hartir in. Em zora yekî dibin, hersiyên din tên hawarê, li me tên hev, me perîşan dikin.
Bi hezaran jî xayinên me kirine dost û hevalên xwe, ew jî bi dijmin ra êrîşî miletê xwe dikin. Welhasilî kelam bindestî, bêdewletî perîşaniyeke bêdawî ye, meriv merezarî û kezebreşî dibe.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar