07 juli 2025

Jimara leşkerên tirk ên bi jahrê mirin derket 12´a

Do li Zapê-Metînayê 19 leşkerên tirk di şikeftekê da jahrdadayî bûn. Berdevkên ordiya tirk berê gotin 5 leşker ji ber gaza Metanê mirine, yên din li nexweşxanê tedawî dibin. Dûra gotin jimara leşkerên mirin derketiye 12 heban.

Berdevkên ordiyê û wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler dibêjin sebeb gaza Metan e. Xwedêgiravî leşker ji bo saxîkirinê ketine şikeftekê û di şikeftêda jahrdadayîbûne.

Bi baweriya min rastiyê nabêjin, derewa dikin, leşker ne bi gaza Metan, bi gazeke pir talûke mirin.

Wan ev gaza bi jahrî li hemberî gerîlla bi kar anîn, berê avêtin şikeftê. Digotin belkî gerîlla di şikeftê da hene.

Dûra çûn ketin hundur, ji bo ku cenazeyên gerîlla derxin. Lê gerîlla di şikeftê da tunebûn û tesîra jahrê jî derbas nebûbû. Ji ber nezanî û cahiliya wan ketin feqa xwe û mirin.

Nuha jî bi derewa dibêjin bi gaza Metanê jarhdadayî bûne. Lê ne rast e, jahreke din e. JiXwe PKK´ê jî çend caran got, jahrê li hemberî me bi kar tînin.

XXX

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazil Şikarçî jî fortek daye xwe, wî jî gef li Îsraîl xwariye, gotiye, ”heger Îsraîl careke din êrîşî me bike, bersiva me ewê tundtir û bihêztir be."

Yê tirsonek bi şev ji ber goristanê derbas dibû, xofê pê girt, ji tirsa ruhê xwe wek dengbêjekî dest bi sitranê kir. Ya meleyên Îranê yên faşîst jî beynî mesele ye, ev çend roj in li ser hev fortan didin xwe, ji bo ku Îsraîl careke din lê nexîne.

Wer xuya dike Îsraîl ya jî Amerîka ewê careke din sîleyekê bavêjin ji belga guhên meleyên faşîst da. Hêvîd dikim bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar