08 juli 2025

Sînorê bêxîretiyê tune ye

Ji 12 eskerên du roj berê di şikeftekê da jahrdadayî bûn û mirin, yek ji qeza Belîsê, ji Adilcewazê ye; navî wî Mahsûn Yeşîldemîr e.

Bav û birayê Mahsûn Yeşîldemîr ji dêlî xemgîn bibin, gotine bira serê dewleta me sax be, ew çû em hene, emê herin bakurê Îraqê li dijî PKK´ê şer bikin.
Birayê wî gotiye:

”Bimre PKK! Bijî dewleta me! Em giş eskerên wê ne. Ew çû em henin. Emê tu carî paş da gavê navêjin. Min do ji amîrên xwe ra got, navên me jî binivîsin, nuha jî dora me ye. Ez û bavê xwe em dixwazin herin bakurê Îraqê. Nuha jî dora me ye.”
Bavê jî gotiye:
”Xwedê zewalê nede dewletê, bira welat sax be.”
Ez bawer nakim ji tu miletekî din merivên hewqasî pîs, hewqasî rezîl, hewqasî neyarê qewmê xwe hebin.
Meriv kêlek xwê berra pozê vî bêxîretî bide dîsa jî pozê wî yê neşewite.

Ji ber ku ez û ev herdu cahşên bêheysîyet, bêxîret, ji namûs şuştî ferdên eynî miletî ne şerm dikim.

XXX

Hin camêr di heqê bazara Evdila Ocalan-PKK´ê û dewleta tirk da pir optumîst in û hêviyên mezin jê dikin.

PKK, DEM çi dibêje ne muhîm e, ya muhîm dewleta tirk çi dibêje. Berpirsiyarên dewletê, hukûmetê heta nuha qala dana mafekî herî biçûk jî nekirine, tenê dibêjin ewê Tirkiyê ji ”terorê” xelas bikin.

Ez bawer nakim rejîma li ser hukim tiştekî bide kurdan.

Lê dîsa jî nemana PKK´ê baş e, çimkî hebûna Qendîlê û gerîlla êdî tenê zirar dida kurdan.

Lê ya muhîm piştî fesha PKK´ê û nemana şer, serokên PKK´ê ewê ku da herin, ewê çi bikin, wan û Tirkiyê bazareka çawa kirine?

Yanî dema piştî PKK´ê jî gelkî muhîm e.

 XXX

Serokê “Saziya Şehîdên Îranê” Seîd Ohedî gotiye di êrîşên Îsraîl da 1060 kes hatine kuştin.

Heta nuha negotin çend kes hatine kutin, nuh dibêjin. Dizê bîstana li xwe mikur tê zivistana.

Hatine ber ben, qala heyfê nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar