Fikrê fîlozofê îtalî yê bi nav û deng Gîordano Bruno* li ser çend tiştên baş û nebaş, çê û xerab, bifêde û bizirar. Di jiyanê da meriv kane hin tiştê baş jî bike, hin tiştên xerab jî. Li gorî Gîordano Bruno du tişt meriv baş û xerab in, du tişt meriv baş û xerab dike. Werin em bala xwe bidin pêşniyarên Gîordano Bruno, hela camêr çi gotiye? Di fêrbûnê da zirar tune ye, zirar di nezaniyê, di cahiliyê da ye.
Du tişt
Du tişt xusûsîyeta merivê bêqalîte ye:
1-Gazinokî, 2 paşgotinî.
Du tişt meriv bêîtîbar dike:
1-Demagojî, 2 qurretî, xwe nepixandin.
Du tişt însên dike însanê bi qalîte:
1-Hakîmîyet îradeya xwe, 2 sernermî, neserhişkî.
Du tişt qîmeteke ekstra li însên zêde dike: 1-Xîtabet û perwerdeya dîksîyonê û
zûxwendin bi gêmkirin.
Du tişt meriv li paş dihêle: 1-dudilî, newêrekî.
Du tişt sirrê serketinê ye: 1- Ji hosta fêrbûna hostatiyê, 2- Xwenuhkirin.
Du tişt dema beta dibin qîmeta wan tê fêmkirin: 1-Dê, 2 bav.
Du tişt paşda nayê girtin: 1- Wext, 2-Gotina hatiye gotin.
Du tişt hêjayî meriv xwe bigihînê: 1- Hezkirin, 2- Zanîn.
Ez ne ji veşartina rastiya ez dibînim hez dikim, ne jî bi eşkereyî ji
îfadekirina wê ditirsim.
*Giordano Bruno, di 17´ê sibatê da ji ber fikrên xwe, ji ber ku teslîmî dêrê nebû li Campo dei Fioriyê bi şewitandinê hat îdamkirin.
XXX
Bixwaze, lê belê israr meke
Sebir bike, lê belê ji her tiştî ra mebêje erê
Rexne bike, lê belê sûcdar meke
Sadiq be, lê belê ne mebe muptela
Fedekar be, lê belê xwe feda meke
Do ji bîr meke, lê li wir asê nemîne
Gotin yê kê ne nizanim, pêşniyarên baş in. Min wergerand.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar