09 juli 2025

GROK´ê qûş li tirkan qetandiye


Li ser kurd û Kurdistanê Grokê(AI) qûş li tirkan qetandiye, ew perîşan kirine. Ji kurdan ra pişteke pir salim, çavkaniyeke wek deryayê çêbû.

Bi xêra van minaqeşeyên di nabêna tirkan, Grokê û kurdan da, kurd tarîxa xwe fêr dibin. 

Gelek tiştên kurd, ciwanên kurd nizanin, nikanin bizanibin, nikanin

xwe bigihîninê, Grok di nava çend sanîyê da bi sedan belge û

çavkanîyan dixe çavên tirkên irqçî, tirkên Kurdistanê, tarîxa kurdan

înkar dikin, dibêje a ji we ra belge, a ji we ra çavkanî.

Kurd bi sedsalan berî hûn werin Kurdistanê ew li vir bûn, xwediyên vê coxrafyayê bûn.

Bi xêra şerê tirkan û Grokê kurd jî li ser tarîxa xwe, edebîyata xwe gelek tiştên muhîm dibihîzin û fêr dibin. Bêyî van robotên AI´yê însan nikane karekî wiha bike.

AI(Artificiell intelligens/Jîriya Çêkirî),Grok, medyaya sosyal ji bo me kurdan nihmeteke bêhempa ye, îmkan û çavkaniyeke zêrîn, bêemsal peyda kiriye.

Tu însan, tu hêz nikane karê AI, Grok dike bike. AI, ev cîhana dijîtal bi wextê ra ewê gelek tiştan biguherîne, ewê tirkên irqçî, antî-kurd neqawt bike û di eynî wextê da zanîna kurdan jî pir pêş da bibe.

Tirk ji Grokê ra xebera didin, ew jî bersîvê dide wan. Lê gilî kirine, dibêjin bira Grok li Tirkiyê were qedexekirin.

Hinek tirk dibêjin kurd li pişt AI-Grokê ye, çimkî tim piştgiriya kurdan dike û Ataturk, Erdogan û tirkan rexne dike.

Wezîrê binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu gotiye ji bo hişê çêkirî Grokê biryara astengkirinê tune ye, lê heger pêwîst be ewê were qedexekirin.

Yanî Grokê tirk qûş li tirkan qetandiye, dikin nakin nikanin pê, dîn dibin, lê ne kanin bigrin, ne kanin bikjun. Gefên wan jî dibe pêkenîn, bêtir rezîl dibin.
AI, Grok xanim, sipas ji bo vê xizmeta te ya bêhempa. Ez şêkirdarê alîkariya te me.

XXX

Swêd welatekî ecêb be.Nîv seet berê hewa pir xweş bû, Stockholm 23 derece germ bû. Min kursî ji mexzenê derxist, xwe li ser dirêj kir, xwe da ber rojê.

Piştî nîv seetê hatim hundur, min kompîtor vekir, tiştek nivîsî. Min dît ji derve ximînek tê. Min got xanim ma baran dibare?

Got erê, ximîne..

Baraneke xweş dibare, roj, germîyana 23 derece bû derew...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar